Li wîlayeta Mpumalanga ya Komarîya Efrîqaya Başûr otobûsek û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li ser rêya R39 a ku Standerton û Morgenzonê bi hev re girê dide qewimîye.

Li gorî agahîyan otobûsek û mînîbûseke rêwîyan serî li ser li hev qelibîn, di encamê de bi tevî şofêrê mînîbûsê 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Daîreya Ewlehîya Civak a Mpumalangayê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku 8 kes li cîhê û bûyerê canê xwe ji dest dane, yek dema ku sewqê nexweşxaneyê dihat kirin mirîye yê dinê jî dema ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin canê xwe ji dest daye.

Hat destnîşankirin ku şofêrê otobûsê bi sivikî birîndar bû, rêwîyek ku di nav otobûsê de bûye jî bi sax xelas bûye.

Nîqaşa li ser berhevkirina çekan di bin kontrola dewletê de li Iraqê ji nû ve derketiye holê
Nîqaşa li ser berhevkirina çekan di bin kontrola dewletê de li Iraqê ji nû ve derketiye holê
İçeriği Görüntüle

Rayedaran îfade kirin ku qeza dibe ku ji ber mijê pêk hatibe.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör Gümüş