Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby ji rojnamevanan re got, Rêvebirê CIAyê William Burns û nûnerê Emerîkayê yê Rojhilata Navîn Brett McGurk ji bo hevdîtina bi Misir, rejîma sîyonîst û rayedarên Urdinê re li Misrê ne.

Kirby anî ziman ku di navbera her du aliyan de hîn cudahî hene û diyar kir ku wê di çend rojên pêş de hevdîtinên rêzê bên kirin.

Kirby got, "Hê jî hin valahî di navbera helwestên her du aliyan de hene, lê me bifikirîya ku derfeta me nîne (ji bo pêşveçûnê) me ekîbek nedişand wir... Em hewl didin ku wan valahiyan bigirin.

Derbasbûnên ji Tengava Hurmuzê di bin kontrola Îranê de berdewam dikin
Derbasbûnên ji Tengava Hurmuzê di bin kontrola Îranê de berdewam dikin
İçeriği Görüntüle

HAMASê di daxûyaniya xwe ya duh de ragihand ku Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê rejîma sîyonîstî bi danîna astengiyên zêdetir li pêşiya gotûbêjan, pêşî li agirbest û azadkirina girtiyan li Xezzeyê girt. (ÎLKHA)

Kaynak: (İLKHA)