Karîkaturîstê Rehber TV Mîkaîl Çîftçî, di pêşbirka karîkatur a navneteweyî ya bi navê “Terora Onlîne” hat lidarxistin de jê re diyarîyek taybet hat dayîn. Çîftçî, diyarîya xwe di bernameya ku li Tehranê hat tertîpkirin de stand.

Çîftçîyê ku ji bo pêşbirka bi navê “Terora Onlîne” hatibû lidarxistin re karîkaturekî xêz kiribû, diyarîya xwe bi şexsê xwe çû Tehranê û bi destê xwe stand.

Li Bedlîsê jiyan rawestiyaye û têkiliya bi gundan re qut bûye
Li Bedlîsê jiyan rawestiyaye û têkiliya bi gundan re qut bûye
İçeriği Görüntüle

Mîkaîl Çîftçî demeke dirêj e li ser meseleyên netewî û navneteweyî karîkaturan xêz dike, bi taybetî jî li ser meseleya Filistînê hûnerê xwe nîşan dide û ji mezlûman re dibe hêvî û dengekî.

Li Tehranê bernameya diyarîyê

Mîkaîl Çîftçî derheqê bernameyê de axivî û îfade kir ku ji gelek welatan mirov û hûnermend beşdarî bernameyê bûne.

Çîftçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derheqê meseleyê de çend gotaran parve kir û weha got, “Di pêşbirka karîkatur a bi navê Terora Onlineyê de karîkaturê min layiqê diyarîyê bû. Ez beşdarî bernameya diyarîyê ya ku li Tehranê hat lidarxistin bûm û min firseda standina diyarîyê bidestxist. Ji hemî jurî û endamên ku di vê organîzasyona biqedr û qîmet de keda wan derbas bûye re sipasîyên xwe pêşkêşî dikim.” (ÎLKHA)

Muhabir: Editör