Li Xezzeyê her diçe bîlançoya êrîşa îşxalkeran girantir dibe. Di encama êrîşan hewayî yên li dijî cihên cuda de 54 Filistînî şehîd bûn. Li cihên kesên benda alîkarîyê bûn jî hate bombekirin.
Êrîşên bênavber a îşxalkerên siyonîst a li ser Xezzeyê bûn sebeba can dayînên nû. Bombardmanên duh di tevahîya rojê hate kirin de 54 Filistînî şehîd bûn, dehan kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên sihhetê yên li Xezzeyê ragihand ku, di encama êrîşên siyonîstan ê ku li ser kesên li benda alîkarîyê bûn kir de du kes şehîd ketin, di encama bombekirina kolana 5 numereya bakûr Xan Yunisê jî Filistînîyek şehîd bû.
Di êrîşa li ser xaleke şarjkirina telefonên desta ya nêzîkî Mizgefta Qassam a li Kampa Koçberan a Nuseyratê ya li herêma navendî de kesek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Xezzeyê, dema ku îşxalkeran mala malbata Duxmuş hedef girt, heşt kes şehîd bûn. Her wiha, taxên Tel el-Hawa û Şêx Ridwan rastî topbaraneke dijwar hatin, di heman demê de li bakurê Xan Yûnisê jî ji ber gulebarana helîkopteran birîndar bûn.
Çavkaniyên sihhetê ragihandin ku di êrîşên tevahiya rojê li pey hev pêk hatin de bi tevahî 54 Filistînî şehîd bûn û gelek birîndar li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Berdewamiya bombebarana li Xezzeyê dibe sedema wêraniyeke berfireh li deverên sivîlan û felaketa mirovî hîn kûrtir dike. (ÎLKHA)





