Derîyê sînorî yê Refahê hefteya hatî vedibe
Derîyê sînorî yê Refahê hefteya hatî vedibe
İçeriği Görüntüle

VEQETANDEK

Di Tirkî de ji veqetandekan re "tamlanan eki, isim takısı" tê gotin, di Erebî de jî "herfî tarîf" tê gotin.

Veqetandek di zimanê kurdî kurmancî de ji bo mirov zanibe peyvek nêr e, mê ye, kit e, kom e, diyar e, ne diyar e, mirov hinek tîpan tîne dawiya peyvan û wiha dizane bê çi ye.

Ji van tîpên zayend, hijmar û rewşa peyvan diyar dikin re veqetandek tê gotin. Weynê veqetandekê di zimanê elmanî de artîkel dileyize.

Ji bo peyvên mê tîpa veqetandekê a ye:

Mînak: keça Mistefa, Xaltiya Gulê, xanima malê, zaroka birçî, bizina reş, çêleka sor...

Ji bo peyvên nêr tîpa veqetandek ê ye:

Mînak : Apê Leylayê, xalê Gulê, deriyê malê, dîwarê ketî, nêriyê reş, gayê sor...

Dema peyv bi awayê kom tên bikaranîn veqetandek ji bo yên nêr û yên mê wek hev e: ên

Mînak: lawên Mistefa, Xalên Gulê, deriyên malê, dîwarên ketî, nêriyên reş, gayên sor..

Mînak: keçên Mistefa, xaltiyên Gulê, xanimên malê, zarokên birçî, bizinên reş, çêlekên sor...

Gava hejmara peyvê tenê yek be:

Ji bo mê:eke keçeke Mistefa, Xaltiyeke Gulê, xanimeke malê, zarokeke birçî, bizineke reş, çêlekeke sor..

Ji bo nêr:ekî lawekî Mistefa, , xalekî Gulê, deriyekî malê, dîwarekî herifî, nêriyekî reş, gayekî sor..

Bala xwe bidinê; dema hijmara yek tê bikaranîn peyv nediyar dibe. Yanî gava em dibêjin; lawekî Mistefa, derdikeve holê ku gelek lawên Mistefa hene, lê em qala yekî ji wana dikin, lê em nizanin ew yek kîjan ji wan e; dibe ku yê biçûk be, dibe ku yê mezin be, dibe ku yê navîn be... Her wiha ji bo keçeke Mistefa jî wiha ye...

Her wiha mirov dikare dema peyv kom be jî awayê ne diyar çêbike: Gava mirov dibêje lawên Mistefa, em dizanin ku qala hemû lawên Mistefa dike, lê ger em bêjin lawine Mistefa, tê wê wateyê ku em ji lawên Mistefa qala hinek lawan dikin. Her wiha gava mirov dibêje keçên Mistefa, em dizanin ku qala hemû keçên Mistefa tê kirin, lê ger em bêjin, keçine Mistefa, tê wê wateyê ku em qala çendek ji keçên Mistefa dikin.

Mînak: lawine Mistefa, Xaline Gulê, deriyine malê, dîwarine herifî, nêriyine reş, gayine sor...

Mînak: keçine Mistefa, xaltiyine Gulê, xanimine malê, zarokine birçî, bizinine reş, çêlekine sor...

Ji bo mirov tîpa veqetandekê nas bike, rêyeke hêsan heye: Veqetandek her dem du peyvan bi hev ve girê dide. Ev peyv dikare navdêr be, cînavk be, rengdêr be an tiştekî din be, lê ne bi tena serê xwe ye, di navbera du peyvan de ye.

Mînak: bavê min, dayika min : navek bi cînavkekê ve girê daye/bavekî min, dayikeke min/ bavine min, dayikine min

*** Bavê Mistefa, dayika Mistefa: navek bi navekî ve girê daye/bavekî Mistefa, dayikeke Mistefa/bavine Mistefa, dayikine Mistefa

*** Deriyê mezin, dara mezin: navek bi rengdêrekê ve girê daye/deriyekî mezin, dareke mezin/deriyine mezin, darine mezin

*** Gayê li vir, çêleka li vir: navek bi hokerekê ve girê daye/gayekî li vir, çêlekeke li vir/gayine li vir, çêlekine li vir

Kaynak: ŞEVKİ ASLAN