27 çalakiyên berxwedanê yên ku di 48 saetên dawî de li seranserê Şerîaya Rojava hatine qeydkirin, careke din biryardariya gel li dijî îşxalker û çeteyên Cihûyan nîşan dane.
Li Şerîaya Rojava, tevî hemû zext û êrîşan berxwedan bênavber berdewam dike. 27 çalakiyên berxwedanê yên ku di 48 saetên dawî de hatine kirin, bi awayekî zelal hêz û îradeya gelê Filistînê li ser erdê li dijî îşxaler û çeteyên Cihûyan nîşan didin.
Li Qudsê, li Kampa Penaberan a Qelandiyê di navbera ciwanan û hêzên sîyonîst de pevçûn çêbûn. Gel bi kevir û bombeyên deng bersiv da. Li herêma Ramallahê, li bajarokên Turmusayya û El-Muxayir berxwedan berbiçav bû. Êrîşên çeteyên Cihûyan hatin paşve xistin û wesayîtên çeteyan li derdora wargeha Ofra zirar dîtin. (ÎLKHA)




