Berdevkê Tevgera Hamasê Hazim Qasim diyar kir ku rejîma sîyonîst nexşeyên ku di çarçoveya agirbestê de hatine destnîşankirin bicîh neanîye û bi zanebûn herêma ewlehiyê ya bi navê "xeta zer", bi taybetî li bakurê Xezzeyê, berfireh kiriye.
Qasim diyar kir ku tevgerê ji navbeynkaran re gotiye ku "ji bo derxistina cenazeyên leşkerên siyonîst ên ku li herêmên şer hatine veşartin, makîneyên giran hewce ne." Lêbelê, wî zêde kir ku rejîm ji peymanên berê yên der barê endamên HAMASê yên li Refahê de paşve gav avêtiye, ev yek jî pêvajoyê hêj tevlihevtir kiriye.
Qasim got, "Rejîma sîyonîst piştî îmzekirina peymana danûstandina êsîran û agirbestê, xalên ku li ser rewşa şervanên li Refahê li hev kirine, bicîh neaniye. Ev paşvekişandin bi giranî hewldanên mirovî û navbeynkariyê yên li ser erdê têk dide."
Rayedarê HAMASê tekez kir ku ev helwest nîşana adeta rejîma sîyonîst a pabendnebûna bi peymanan e, û diyar kir ku ev "îxlalkirinek nû ye ku domdariya agirbestê dixe talûkeyê".
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, rejîma sîyonîst bi piştgiriya Emrîkayê û Ewropayê li Xezzeyê êrîşeke ku gihîştiye asta qirkirinê dimeşîne. Di vê pêvajoyê de zêdetirî 239 hezar Filistînî şehîd bûne an jî birîndar bûne.
Ji ber êrîşan zêdetirî 11 hezar kes winda bûn û bi sed hezaran sivîl bi birçîbûn, nexweşî û koçberiya bi darê zorê re rû bi rû man. (ÎLKHA)





