Karbidestên ku ji çapemeniya Amerîkî re diaxivin dibêjin ku Serok Donald Trump armanc dike ku berî dawiya salê derbasî merhaleya duyemîn a plana xwe ya "aştiyê" ya ji bo Xezzeyê bibe.
Her çend tê îddîakirin ku ev plan dê di avahiya îdarî ya nû ya herêmê de rolek diyarker bilîze jî, êrîşên rejîma sîyonîst pêvajoyê ber bi nezelaliyê ve dikişînin.
Li gorî Axios a li Emrîkayê, rayedarên payebilind ên Amerîkî gotin ku Serok Donald Trump amadekariyan dike ku merhalaya duyemîn a pêvajoya aştiyê li Xezzeyê ragihîne.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, "Konseya Aştiyê ya Xezzeyê" ya ku Trump serokatiya wê dike, dê di navenda modela rêveberiya nû de be ku peyman dê bi rêya wê were bicîhanîn.
Li gorî Axios, Washington û navbeynkar ji bo amadekirina hemî hêmanên pêwîst ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn dixebitin. Karbidestekî Qesra Spî got, "Daxuyaniya encumenê û gavên derbarê berdewamiya plana aştiyê de dê di hefteyên pêş de werin ragihandin."
Trump roja Çarşemê got, "Merhaleya duyemîn a peymana Xezzeyê berdewam dike... Ew ê pir zû were bicîhanîn."
Ji aliyekî din ve, pêvajo ji ber tohmetên hevbeş ên di navbera qaşo Serokwezîrê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu û HAMASê de hatiye astengkirin.
Ji destpêka xula duyemîn a serokatiya Trump ve, Xezze rastî êrîşên dijwar ên rejîma sîyonîst tê. Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, zêdetirî 70 hezar Filistînî li herêmê şehîd bûne û zêdetirî 171 hezar kes jî birîndar bûne. Piraniya van şehîdan zarok û jin in.
Agirbesta ku di 10ê Cotmehê de li gorî plana ku Trump par ragihandibû ket meriyetê, bi êrîşên rojane yên rejîma sîyonîst bi bandor hatiye betalkirin. Ji dema ku agirbest li Xezzeyê hatiye ragihandin, bi sedan sivîl di êrîşên îşxalkeran de şehîd bûne. (ÎLKHA)




