Artêşa îşxalker di seatên serê sibehê de êrîşê Xan Yûnis û Xezzeyê kir, di encama gulereşandina sîyonîstan de çar Filistînî şehîd bûn.

Hêzên sîyonîst ên îşxalker, îro bajarên Xan Yûnis û Xezzeyê bombebaran kirin, di encamê de çar kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, hinek şehîd ji herêmên xeta zer hatine anîtin. Û ew bi topan hatine şehîdkirin.

Li herêma Armîdaya rojhilata Xan Yûnisê jî kesekî bi ÎHAyan hat hedefgirtin û şehîd bû, 2 kes jî birîndar bûn.

Bi sedan gundên li bakurê rêyên wan hatine girtin
Bi sedan gundên li bakurê rêyên wan hatine girtin
İçeriği Görüntüle

Mirovekî ku li nav Xeta Zer a li bajaroka Benî Suheylayê birîndar bûbû jî di encamê de şehîd ket.

Êavkanîyên herêmî îfade dikin ku li herêmê gulereşandinên bi topan hêj berdewam dikin û rejima îşxalker bi vê şeklê daîma agirbestê îxlal dike. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör