Hêzên Behrê yên Emrîkayê droneke Îranî ku nêzîkî keştiya USS Abraham Lincoln dibû, xist xwarê.
Li gorî nûçeyeke Reutersê ku spartiye rayedarên Amerîkî, artêşa Emrîkayê li Kendava Ummanê droneke Îranî xistiye xwarê ku tê îddîakirin nêzîkî keştiya balafirhilgir a Abraham Lincoln bûye.
Di raporê de hat diyarkirin ku balafireke bêmirov a bi navê Shahed-139 a çêkirî ya Îranê ji aliyê balafireke F-35 ve hatiye xistin.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, piştî xistina droneke Îranî li Kendava Ummanê di daxuyaniyekê de got, "Me bi xistina drona Îranî bi awayekî guncaw tevgeriya. Gotûbêjên bi Îranê re li gorî planê berdewam dikin."
Karbidestên CENTCOMê, ji kanala Fox News a Amerîkî re axivîn û îddîa kirin ku drona ku wan wekî ya Îranê destnîşan kiriye, ji aliyê balafireke şer a F-35C ve ji bo parastina xwe hatiye xistin. (ÎLKHA)




