Rejîma sîyonîst di mehên dawî de ji ber zextên welatên Ewropî peymanên çekan ên bi nirxa 600 milyon euro betal kiriye û di peymanên nû de jî di bin talûkeyek mezin de ye.s

Rejîma sîyonîst di mehên dawî de ji ber tecrîda sîyasî û aborî ya li Ewropayê peymanên çekan ên bi nirxa 600 milyon euroyî winda kiriye.

Spanyayê vê dawiyê peymana çekan a bi nirxê 207 milyon euroyî bi şîrketa Rafael a rejîma sîyonîst re betal kir. Ev sêyemîn peymana çekan e ku Madrîd di mehên dawî de bi rejîma îşxalker re betal kiriye.

Peymanên betalkirî sewqiyatên pergalên rêberiya hewayî, fûzeyên dijî-tank ên Spike û gelek avêjên rokêtan, û her weha sewqiyatên rokêtan di nav xwe de dihewîne.

Hikûmeta Spanyayê ev gav wekî beşek ji sîyaseta xwe ya zextê li ser rejîma sîyonîst ji bo rawestandina şerê qirkirina li Xezzeyê avêt.

Spanyayê her wiha ketina keştiyên ku piştgiriyê didin êrîşa leşkerî ya rejîma sîyonîst ji bo benderên xwe qedexe kir û hinardekirina maddeyên xav ên stratejîk rawestand.

Li Rûsyayê êrîş li tesîsa ÎHAyê hat kirin
Li Rûsyayê êrîş li tesîsa ÎHAyê hat kirin
İçeriği Görüntüle

Berpirsên qaşo yên pîşesaziya berevaniyê yên rejîma sîyonîst hişyarî dan ku ev pêşketin dikarin di heyama pêş de bibin sedema rawestandin an jî betalkirina peymanên milyar dolarî yên bi welatên din re.

Tê diyarkirin ku tecrîda sîyasî û aborî ya zêdebûyî li Ewropayê tesûrek cîddî li ser îxracata çekan a rejîma sîyonîst kirîye. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör