Di demekê de ku rojhilatê Ukraynayê ji nû ve rastî êrîşên giran tê, Serok Zelenskî got ku danûstandinên aştiyê bi Emrîkayê re "dijwar lê avaker" bûn. Di heman demê de, Moskowa îddia dike ku di gelek aliyan de pêşketin çêbûye.

Di êrîşên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê de herî kêm heşt kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Rayedarên herêmî gotin ku herêmên Xarkiv, Dnîpropetrovsk û Donetsk bi şev rastî topbaraneke dijwar hatin.

Li gorî agahiyan, li Xarkîvê sê sivîl mirine û gelek kes jî birîndar bûne, li Dnipropetrovskê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li Donetskê jî di şerên dijwar de çar sivîl mirine.

Di êrîşa balafirên bêmirov ên Rûsî ya li ser avahiyek apartmanan li herêma Sumyê de herî kêm heft kes birîndar bûn.

Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di şevekê de 67 dronên Ukraynayê hatine xistin, ku yek ji wan li herêma Volgogradê ye, lê ti agahî li ser qurbaniyan nehatine dayîn. Wezaretê her wiha îddîa kir ku navendeke fermandariya veşartî ya artêşa Ukraynayê li herêma Kupyanskê bi topên 152 mm hatiye wêrankirin.

Bedran: Rejîma sîyonîst ji merhaleya duyemîn a peymanê xwe dûr dixe
Bedran: Rejîma sîyonîst ji merhaleya duyemîn a peymanê xwe dûr dixe
İçeriği Görüntüle

Li ser cepheya sîyasî, Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî got ku danûstandinên bi Emrîkayê re "dijwar lê avaker" bûn. Li gorî agahiyan, Zelenskî dê îro bi rêberên Ewropî re li ser helwest û bendewariyên hevpar ên derbarê pêvajoya aştiyê de nîqaş bike.

Serokê tîma danûstandinan a Ukraynayê, Rustam Umerov, li Florîdayê bi nûnerên Amerîkî re jî civiya. Umerov tekez kir ku danûstandin di çarçoveya lêgerîna "çareseriyek adil ku ewlehî, serxwebûn û serweriya Ukraynayê garantî bike" de hatine kirin.

Serokê Emrîkayê Donald Trump li Washingtonê got ku ew "hinekî xemgîn" e ku Zelenskî bi lez û bez bersiva pêşniyara wan a aştiyê nedaye.

Plana Amerîkî, ku Rûsya jî li dijî hinek xalên wê ye, ji meha borî ve di bin gelek guhertinan de ye û bi taybetî li paytextên Ewropî, ji ber ku "pir zêde tawîzan dide Moskowê" rexne lê hatiye kirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör