Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo Roja Cîhanî ya Qudsê bangek kir
Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember Molla Beşîr Şîmşek, di daxuyaniyekê de bi minasebeta Roja Cîhanî ya Qudsê diyar kir ku rizgarkirina Quds û Mescîda Eqsayê ji bo aştiya cîhanî pir girîng e, û raya giştî gazî çalakiyên ku dê roja Înê li seranserê Tirkiyeyê werin lidarxistin kir.
Weqfa Evîndarên Pêxember dê ji bo Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserê Tirkiyeyê di heman demê de civînên çapemeniyê û çalakiyan li dar bixe.
"Kilîda aştiya cîhanî azadkirina Quds û Eqsayê ye"
Şîmşek, ji bo alema Îslamê bal ser girîngiya Quds û Mescîda Eqsayê kişand û got ku "Mescîda Eqsayê ji bo alema Îslamê girîng e û bi ayetek ji Qurana Pîroz dest bi axaftina xwe kir.
"Kilîda aştiya cîhanî rizgarkirina Qudsê û Eqsayê ye. Xwedayê bilind e, ku evdê xwe Muhemmed ji Mizgefta Pîroz bir rêwîtiyek şevê ber bi Mizgefta Eqsayê ve. Ew Mizgefta Eqsayê, ku me derdora wê pîroz kiriye û me ew bi rêwîtiyek şevê birin da ku em hinek ji nîşan û delîlên xwe yên mezin nîşanî wî evdê bijartî bidin. Bi rastî, Ew her tiştî dibihîze, her tiştî dibîne. (Îsra-1)"
"Roja Cîhanî ya Qudsê meseleya Qudsê ji nû ve tîne rojevê"
Şîmşek diyar kir ku di rojên dawîn ên Remezanê de meseleya Qudsê careke din ketiye rojevê û bal kişand ser girîngiya Roja Cîhanî ya Qudsê û wiha got:
"Gelê hêja; di demekê de ku cîhana Îslamê nêzîkî rojên dawî yên Remezanê dibe, meha rehmet û bexşandinê, dilê me careke din ji bo rûmeta Îslamê û ji bo Mescîda Eqsayê lêdide. Wekî ku tê zanîn, roja înê ya dawî ya Remezanê ya her sal wekî 'Roja Cîhanî ya Qudsê' tê pîrozkirin; û doza Qudsê careke din wekî xalek hevpar ji bo hemî Misilmanên li çaraliyê cîhanê tê rojevê."
"Quds testa lakmusê ya edalet û azadiyê ye"
Şîmşek diyar kir ku Quds ne tenê bajarek e û bal kişand ser polîtîkayên rejîma îşxalker a sîyonîst û ev nirxandin kir:
"Îro, Quds ne tenê bajarek e; ew ji bo edalet, azadî û aştiya cîhanî testek girîng e. Zilma ku bi salan e ji aliyê rejîma îşxalker a sîyonîst ve tê kirin û qirkirina dawî ya li Xezzeyê, careke din îspat kir ku rizgarkirina Qudsê ji bo tevahiya mirovahiyê çiqas girîng e."
"Heta ku Quds azad nebe, cîhan azad nabe"
Şîmşek, diyar kir ku Weqfa Evîndarên Pêxember dê di Roja Cîhanî ya Qudsê de çalakiyên cûrbecûr li dar bixe û wiha got:
"Wekî Weqfa Evîndarên Pêxember, em di vê roja watedar de bêdeng namînin; ji bona ku bibin dengê xwişk û birayên xwe yên ku li dijî zilma ku ji Xezzeyê heta Sana, ji Beyrûtê heta Tehranê û heta Îsfahanê belav dibe em derdikevin kolanan. Bi daxuyanîyên çapemeniyê û çalakiyên hevdem ên ku em ê li seranserê Tirkiyeyê li dar bixin, em diqîrin: 'Heta ku Quds azad nebe, cîhan azad nabe!'"
"Em hemû gelê xwe dawetî daxuyaniyên ku dê derbarê Qudsê de werin dayîn dikin"
Şîmşek banga beşdarbûna çalakiyên ku dê roja Înê li seranserê Tirkiyeyê bên lidarxistin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Vê Înê, bi çalakiyên ku em ê li seranserê Tirkiyeyê li dar bixin, em ê ji hemû cîhanê re ragihînin ku em li kêleka berxwedana li dijî îşxalkerîya siyonîst in û evîna me ya ji bo Qudsê qet namire. Em hemû gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl û her kesekî xwedî wijdan bi evîna Qudsê di dilê xwe de û duayên ji bo azadiyê li ser lêvên xwe dawetî civînên çapemeniyê yên xwe dikin. Bila em ji bîr nekin ku parastina Qudsê tê wateya parastina mirovahiyê." (ÎLKHA)
Peygamber Sevdalıları Vakfı’ndan Dünya Kudüs Günü için çağrı
Peygamber Sevdalıları Vakfı Genel Başkanı Molla Beşir Şimşek, Dünya Kudüs Günü dolayısıyla yaptığı açıklamada Kudüs ve Mescid-i Aksa’nın özgürleştirilmesinin dünya barışı için çok önemli olduğunu belirterek, kamuoyunu Cuma günü Türkiye genelinde düzenlenecek etkinliklere davet etti.
Peygamber Sevdalıları Vakfı, Dünya Kudüs Günü kapsamında Türkiye genelinde aynı anda basın açıklamaları ve çeşitli etkinlikler düzenleyecek.
“Dünya barışının anahtarı Kudüs ve Aksa’nın özgürleştirilmesidir”
Şimşek, İslam âlemi için Kudüs ve Mescid-i Aksa’nın önemine dikkat çekerek konuşmasına Kur’an-ı Kerim’den bir ayetle başladı.
“Dünya barışının anahtarı Kudüs ve Aksa’nın özgürleştirilmesidir. Yüce Allah, kulunu bir gece Mescid-i Haram’dan Mescid-i Aksa’ya yürüttü. Etrafını mübarek kıldığımız Mescid-i Aksa’ya yapılan bu gece yolculuğu ile ona büyük ayetlerimizden bazılarını gösterdik. Şüphesiz O, her şeyi işiten ve her şeyi görendir.” (İsra Suresi 1. Ayet)
“Dünya Kudüs Günü, Kudüs meselesini yeniden gündeme getiriyor”
Şimşek, Ramazan ayının son günlerinde Kudüs meselesinin yeniden gündeme geldiğini belirterek Dünya Kudüs Günü’nün önemine dikkat çekti ve şöyle konuştu:
“Değerli halkımız; İslam dünyası rahmet ve bağışlanma ayı olan Ramazan’ın son günlerine yaklaşırken, kalplerimiz İslam’ın onuru ve Mescid-i Aksa için bir kez daha atıyor. Bilindiği gibi her yıl Ramazan ayının son Cuması ‘Dünya Kudüs Günü’ olarak anılmakta ve Kudüs davası dünya genelindeki tüm Müslümanlar için ortak bir gündem haline gelmektedir.”
“Kudüs adalet ve özgürlüğün turnusol testidir”
Şimşek, Kudüs’ün sadece bir şehir olmadığını belirterek siyonist işgal rejiminin politikalarına değindi ve şu değerlendirmeyi yaptı:
“Bugün Kudüs sadece bir şehir değildir; adalet, özgürlük ve dünya barışı için önemli bir sınavdır. Yıllardır siyonist işgal rejiminin uyguladığı zulüm ve Gazze’de yaşanan son katliamlar, Kudüs’ün özgürleştirilmesinin tüm insanlık için ne kadar önemli olduğunu bir kez daha göstermiştir.”
“Kudüs özgür olmadan dünya özgür olmaz”
Şimşek, Peygamber Sevdalıları Vakfı’nın Dünya Kudüs Günü kapsamında çeşitli etkinlikler düzenleyeceğini belirterek şöyle dedi:
“Peygamber Sevdalıları Vakfı olarak bu anlamlı günde sessiz kalmayacağız. Gazze’den Sana’ya, Beyrut’tan Tahran’a ve İsfahan’a kadar yayılan zulme karşı kardeşlerimizin sesi olmak için meydanlara çıkacağız. Türkiye genelinde eş zamanlı düzenleyeceğimiz basın açıklamaları ve etkinliklerle haykıracağız: ‘Kudüs özgür olmadan dünya özgür olmaz!’”
“Herkesi Kudüs için yapılacak açıklamalara davet ediyoruz”
Şimşek, Cuma günü Türkiye genelinde düzenlenecek etkinliklere katılım çağrısında bulunarak sözlerini şöyle tamamladı:
“Bu Cuma günü Türkiye genelinde düzenleyeceğimiz etkinliklerle, siyonist işgale karşı direnişin yanında olduğumuzu ve Kudüs sevgimizin asla sönmeyeceğini tüm dünyaya duyuracağız. Tüm halkımızı, sivil toplum kuruluşlarını ve vicdan sahibi herkesi Kudüs sevgisiyle yapılacak basın açıklamalarına davet ediyoruz. Unutmayalım ki Kudüs’ü korumak, insanlığı korumak demektir.” (İLKHA)




