Usame Hamdan, berpirsekî Hamasê, got ku rêveberiya Xezzeyê tenê dikare radestî şandeyeke Filistînî ya serbixwe û neteweyî were kirin, û rêvebirî an jî hêzên biyanî nayên qebûlkirin.

Hamasê bersiva xwe ya li ser plana agirbestê ya ku ji hêla Serokê Emrîkayê Donald Trump ve hatî ragihandin, ji navbeynkaran re gihand. Tevgerê di derbarê rawestandina êrîşan, pevguhertina êsîran û veguheztina rêveberiya Xezzeyê bo saziyek serbixwe peyamên erênî pêşkêş kir.

Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya ku ji hêla tevgerê ve hatiye weşandin, Hamasê bi rêya navbeynkaran bersiva xwe ji bo plana agirbest û aştiyê ya li Xezzeyê ku ji hêla Serokê Emrîkayê Donald Trump ve di 29ê Îlonê de hatiye ragihandin, daye. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bersiv bi "helwestek berpirsiyar" hatiye amadekirin û armanca wê rawestandina êrîşên rejîma sîyonîst e.

Hamasê nêzîkatiya xwe ya erênî li hember beşa pevguhertina êsîran a pêşniyara Trump diyar kir, û got ku ew "berdana hemû êsîrên sax an jî mirî" erê dike. Tevgerê her wiha, di prensîbê de, veguhestina rêveberiya Xezzeyê bo dezgehek ku ji kesayetiyên serbixwe pêk tê û li ser bingeha lihevkirina neteweyî ye, erê kir.

Yek ji serokê Hamasê Usame Hamdan diyar kir ku ew ê bi tu awayî qebûl nekin ku rêveberiya Xezzeyê radestî rêveberiyek biyanî were kirin. Hamdan weha got, "Em ê destûrê nedin ku ti aliyekî biyanî Xezzeyê îdare bike; divê ev kar ji hêla şandeyek Filistînî ya serbixwe ve ku bi lihevkirina neteweyî pêk tê were kirin."

Hamdan, di nirxandina xwe ya li ser pevguhertina êsîran de diyar kir ku temamkirina pevguhertinê di nav 72 seatan de ne realîst e, ku bêtir wext/seat hewce ye, û ku ev mesele dê bi têgihîştina hevbeş were çareser kirin. Wî her wiha diyar kir ku Hamas amade ye ku li ser pevguhertina êsîran bikeve danûstandinan.

Hamdan dubare kir ku ketina hêzên biyanî an hikûmetek biyanî nav Xezzeyê nayê qebûlkirin, û tekez kir ku pêwîst e rewşa rastîn a derbarê êsîrên zindî û cenazeyên li herêmê de were nirxandin. Hamdan diyar kir, "Mafê birêvebirina Xezzeyê tenê ya Filistînîyan e; komîteyek ku bi lihevkirina neteweyî hatiye avakirin dê vê peywirê bigire ser xwe."

Hamdan her wiha tekez kir ku hewldanên ji bo dûrxistina HAMASê ji pêvajoya sîyasî ew ê bi ser nekevin.

Piştî barana zêde konên li Şerîda Xezzeyê di bin avê de man
Piştî barana zêde konên li Şerîda Xezzeyê di bin avê de man
İçeriği Görüntüle

Berpirsê Hamasê Musa Ebû Merzûq ji Al Jazeera re got ku tevger bi awayekî avaker nêzî planê dibe, lê divê biryarên di derbarê pêşeroja Xezzeyê de bi îradeya kolektîf a hemî Filistînîyan werin dayîn. Ebû Merzûq her wiha pêşnîyarên herêmî û navneteweyî yên ku ji hêla Misirê ve hatine pêşkêş kirin pêşwazî kir, lê tekez kir ku şertê radestkirina êsîran di nav 72 seatan de di bin şert û mercên heyî de ne realîst e.

Muhemed Nazzal, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku bersiva tevgerê rêz li "berjewendî û prensîbên bingehîn ên gelê Filistînê" digire. Nazzal got, "HAMAS wê li hember tu ferzkirin an tehdîdan serî netewîne, lê ew ê helwestek avaker nîşan bide heta ku qetlîaman bi dawî bike." (ÎLKHA)

Muhabir: Editör