CÎHAN
Her çiqas çavkaniyên Emrîkayî û rejîma sîyonîst îddîa kirin ku di plana Trump a ji bo agirbesta li Xezzeyê de pêşketin çêdibe jî, HAMASê ragihand ku pêşniyareke nû negihîştiye wan.
Beriya civîna îro li Qesra Spî di navbera Serokê Emrîkayê Donald Trump û qaşo Serokwezîrê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu de, daxuyanî li pey hev hatin ku her du alî li ser planeke agirbestê li Xezzeyê nêzîkî rêkeftinekê ne.
Rojnameya îşxalker Israel Hayom ragihand ku plana Trump a li ser Xezzeyê di civîna şeş-saetî ya Netanyahu de doh bi nûnerên Emrîkayî Steve Witkoff û Jared Kushner re hatiye nîqaşkirin. Axios ragihand ku rayedarekî Qesra Spî gotiye ku alî ji her demê bêtir nêzîkî rêkeftinekê bûne. Haaretz ragihand ku nakokiyên di navbera her du welatan de hêdî hêdî kêm dibin.
Rojnameya Yedioth Ahronoth ji zarê rayedarekî rejîma sîyonîst veguhestiye ku gotiye, "Di mijara Xezzeyê de pêşketineke girîng heye; alî pir nêzîk in." Rojnameya Times of Israel ragihand ku Witkoff hewl dide Netanyahu razî bike ku tevî şertên nakok, wekî bêçekkirina Hamasê û rola Desthilata Filistînê di pêvajoya piştî Xezzeyê de, planê qebûl bike.
Trump diyar kir ku danûstandin gihîştine "merhaleyên xwe yên dawî", û îddîa kir ku ev plan dê derîyek ji bo aştiyek berfirehtir li Rojhilata Navîn veke. Wî got, "Xebata ku di vê pêvajoyê de bi welatên Ereb re hatiye kirin pir baş bû, û Hamas jî di wê alî de diçe."
Di heman demê de, malbatên du girtiyên sîyonîst ên li Xezzeyê zext li Netanyahu kirin ku êrîşan bi dawî bike. Wan her wiha bang li Trump kirin û gotin, "Tu tekane hêza ku dikare vê peymanê temam bike yî."
Karbidestekî Qesra Spî tekez kir ku erêkirina Hamasê şertek ji bo peymanê ye. Lêbelê, Hamasê diyar kir ku wan tu pêşniyarên nû negirtiye û ew amade ye ku her pêşniyarek ku bi rêya navbeynkaran were kirin "bi awayekî erênî û berpirsiyar, parastina mafên neteweyî yên gelê Filistînê" binirxîne.
Li gorî rojnameya Washington Postê, plana ku Trump li NY pêşkêşî serokên Ereb û Îslamî kir, xalên wekî rawestandina tavilê ya êrîşan, cemidandina xetên pêşîn, berdana hemî êsîran di nav 48 demjimêran de, tunekirina kapasîteya êrîşê ya HAMASê, û efûkirina şervanên berxwedanê û derbasbûna ewle bo welatên din dihewîne. (ÎLKHA)





