Di 29ê Gulana sala 2015an de komeke bi çekdar yê HDPyî li gundê Xanikêya Hezexê endamê Sazîya Bireveberîya Teşkîlata Navçeya Cizîrê Muhammed Şerîf Şîmşek û endamê Teşkîlata Navçeya Hezexê Abdulcelîl Talayhan qetil kirin, herdu şehîd jî di salvegera 9emîn de bi bernameyê hatin yadkirin.
Di bernameya ku li ser mezelên Xanikê hatin tertîpkirin de dua û Yasîn hatin xwendin.
Di bernameyê de Mele Kerbela Şanli, serokên navçe û bajarê Şirnexê yê HUDA PARê û teşkîlatên navçe, malbatên şehîdan û hezkirîyên wan amade bûn.
Mela Kerbela Şanli di bernameyê de derheqê ehemmîyeta şehîdîyê de axavtinek kir.
“Her kî ku dibêje ez mumin im tê vê maneyê ku ew malê xwe ji Xwedê re firotîye, canê xwe ji Xwedê re firotîye”
Şanli di axavtina xwe de îfade kir ku bi tevî Pêxemberê me selat û selam li ser wî be 124 hezar pêxember evîndarên şehadetê bûn, “Em îro hatine li vê derê ser mezelên şehîdên xwe. Ew bedêlekî dan, fedekarîyê kirin. Em mihtacê şehîdê xwe ne, em mihtacê şefaeta şehîdê xwe ne. Ew li ser soza ku ji Xwedê re dane sekinîn û wê soza xwe bicîh anîtin, şehîd bûn. Dema ku wan ayetan dixwendin mesulîyeta ayetan yek bi yek bi cîh anîtin, ji jîyana xwe re neqiş kirin. Ji muminan wisa mêr hene ku ji Xwedê re soz dane û wî soza xwe bi cîh anîtine. Wa van birayên me jî, wî soza ku ji Xwedê re dane bi cîh anîtine. Ger ku em jî dibên em di rêya wan de diçin em şahidê şehîdîya wan in û ev dilê me rehet dike. Xwedê Teala di ayeta xwe de weha dibêje, ‘Ez mal û canê muminan li hember cennetê standime.’ Kî ku dibêje ez mumin in ew kes malê xwe jî canê xwe ji ji Xwedê re firotîye. Ger ku wî însanê muminekî sadiq be ew ê bibêje mal û canê wî jî yê Xwedê ye û ew ê di rêya wî de micadeleyê bike. Mumin wan kesin ku, di rêya Xwedê de hem bi malê xwe hem jî bi canê xwe micadeleyê dikin. Wan muminan bi mal û xwîna xwe ji Xwedê re teslîm bûne û dizanin ku mikafata wan çî ye. Şehîd dixwaze ku bila birê wî yê micahîd bizanibe ku ew di cennetê de di nav kêf, xweşî û nîmetê de ye û bila ew jî van xweşikahîyan bibîne. Xwedê Teala di Qurana Pîroz de rewşa şehîdan weha qal dike, ‘Hûn ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirî, ew di cem Xwedê de têne riqizkirin.’ Şehîdî mertebeyekî bi şeref e ku Xwedê herkesî layiqê vê mertebeyê nabîne. Resulê Xwedê û 124 hezar Pêxember evîndarên şehadetê bûn. Doza me doza Îslamê ye, doza me doza 124 hezar pêxemberan e. Me egîdên xwe yên ku ji bona ala Pêxemberê me selat û selat li ser wî be nekeve xwarê şehîd daye. Me di van rojên xwe de wek eshabîyan ketine rê û ketine nav wê micadeleyê. Tiştên ku hatine ser eshabîyan di salên 90îyan de hatine ser serê me jî. Îro tiştên ku têne ser serê xûşk û birayên me yên li Xezzeyê, birayên me yên Hezexê dîtin, birayên me yên Nisêbînê dîtin, birayên me yên Cizîrê dîtin. Ev rê rêya Pêxemberê me ye, ev kerwan kerwana Bedrê ye, ev kerwan kerwana Uhudê ye. Hemd ji Xwedê re serê me bilind e, enîya me spî ye şehîdên me hene, Yasînên me hene, Turanên me hene û Rîyadên me hene.”
Bernameya yadkirinê, bi duakirina ji şehîdan û Xezzeyê re dawî bû. (ÎLKHA)
Muhabir: Editör





