Güncel

Pasdaran: Me ji ber Henîyye û Nasrullah sîyonîst hedef girtin

Pasdaran, diyar kir ku ew nuqteyên sîyonîstan ên axên îşxalkirî hedef girtine; vê operasyonê jî ji ber şehadeta Henîyye û Nesrullah pêk anîtine.

Abone Ol


Di daxuyanîya ku ji teref Pasdaran ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji ber şehadeta Şehîd Îsmaîl Henîyye, Şehîd Hesen Nesrullah û Şehîd Nîlfuraşan me dilê axên îşxalkirî hedef girt. Ger ku rejîma sîyonîst ji Îranê re bersivê bide ew ê bi qeweteke ku wan bipelixîne re rûbirû bimîne.”

Îranê doh êvarê ji axên îşxalkirî re bi sedan fuzeyan avêtin, ji wan fuzeyan piranîya wan li ser Tel Avîvê de ketin. (ÎLKHA)