NY: Geşedanên di navbera Emrîka û Venezuelayê de fikaran çêdike
NY: Geşedanên di navbera Emrîka û Venezuelayê de fikaran çêdike
İçeriği Görüntüle

Faruk Dînç derheqê Fîloya Sumuda Kûrewî de daxuyanîyên muhîm da.

Dînç, destnîşan kir ku nêzê 50 keştî ji welatên Spanya, Tunus, Îtalya û Yewnanistanê birê ketine û li ser Sîcîlyayê ber bi Xezzeyê ve diçin.

Dînç, diyar kir ku nêzê hefteyekî ye fîlo bi xerabûnên teknîkî re îmtîhan dibû encax hemû xerabûnî hatin temîrkirin, “Hemd ji Xwedê re, niha fîloya me bi gavên emîn ber bi Xezzeyê ve dimeşin.”

Parlamenterê Mêrsînê Dînç, diyar kir ku ew bi bernameyên ku têne tertîpkirin ve bi welatîyan re têne cem hev û di meydanan de ji Fîloya Sumudê re deng didin.

Faruk Dînç, ragihand ku xûşk û birayên wan ên ku di fîloyê de ne, bi keştîyên ku ne li gorî rêyên dirêj in re micadeleyeke mezin didin, Wî ragihand ku doh agahî girtine ku li ser hinek leştîyan çend dron firîyane.

Dînç ku got, “Ev fîlo bargirê aştî, merhamet û însanîyetê ye.” weha berdewam kir:

“Di vê fîloyê de tu unsûrekî şîddetê tineye. Tenê banga însanên ku ehlê wijdanê ne heye. Ji ber vê yekê divê hemû welat -bi taybetî welatên Îslamê- xwedî li vê fîloyê derkevin, bi eşkere diyar bikin ku ew ê vê fîloyê biparêzên. Di fîloyê de welatîyên me hebin an jî tinebin, rayedar mecbûr in ku vê fîloyê biparêzin. Heger ev fîlo zerarê bibîne, ne tenê wê rêwîyên fîloyê zerarê bibînin, wê rûmeta hemû însanîyetê birîndar bibe.”

Dînç, desntîşan kir ku mesulîyetekî muhîm li ser milê welatîyane jî, û destnîşan kir ku divê ji bangên ku li ser medyaya civakî, platformên dijîtal û meydanan têne kirin re bêdeng nemînin û got, “Fîloya Sumudê hêvîyekî mezin wed dike û jîyandina vê hêvîyê mesulîyeta me hemûyan e.” (ÎLKHA)

PARLAMENTERÊ HUDA PARÊ FARUK DÎNÇ FÎLOYA SUMUDA KÛREWÎ XEZZE HÊVÎ Û RÛMET
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

ME bişopînin
Facebook
Twitter
Youtube

BIJARTEYÊN EDÎTOR

Nivîskarê ku di encama êrîşa PKKyê de bûbû xazî, temamê qezenca kitêba xwe bexşî Xezzeyê kir
ROJEV

Dînçê Parlementerê HUDA PARê: Divê temamê welatên dinyayê beyanatê bidin da ku wê Fîloya Sumudê biparêzin
ROJEV

Şîmşekê Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, behsa bûyerên li komîsyonê qewimî kir
ROJEV

Li Dîyarbekirê coşa Mewlûda Nebî
ROJEV

Ji Cemaeta Hîzbullah derheqê şehadeta rayedarên hikûmeta Yemenê de peyam
CÎHAN

Peyama Evîndarên Pêxember a li ser Wîladeta Nebî: Divê ummet, berê xwe ji gotinan bide jîyanê
ROJEV

https://ilkha.com/kurdi/rojev/parlamenterê-mêrsînê -yê-huda-parê-faruk-dînc-fîloya-sumudê-ji-xezzeyê-re-hêvîyan-bar-dike-480988

Muhabir: Editör