Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de, ji Tirkîyeyê xwest ku piştgiriyê bide Fîloya Cîhanî ya Sumud a ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derketiye rê.

Parlamenterê HUDA PARê yê Entabê Demîr li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.

"Divê endametiya rejîma siyonîst li NY were rawestandin"

Demîr, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember rejîma siyonîst a ku axa Filistîn, Lubnan û Sûrîyeyê terorîze dike bi tundî rexne kir û got: "Niha divê civaka navneteweyî li dijî paqijkirina etnîkî ya sîstematîk û êrîşa bêqanûnî ya ku ji hêla rejîma terorîst a siyonîst ve li axa Filistîn, Lubnan û Sûrîyeyê tê kirin gavên berbiçav bavêje. Rawestandina endametiya vê rejîma îşxalker, ku bi eşkereyî biryarên NY û hiqûqa navneteweyî îxlal dike, û bi fermî wekî 'hêzek îşxalker' binavkirina wê ji bo avakirina edaletê pêwîstiyek e. Rejîma îşxalker bi polîtîkayên xwe yên berfirehker ku ne tenê aştiya herêmî lê di heman demê de ewlehiya cîhanî jî tehdît dikin, birînên bêçare li wijdanê mirovahiyê xistiye. Berdewamiya rewşa heyî dê were wateya bêserûberiya tevahî ya hiqûqa navneteweyî û vekirina deriyên kaosa cîhanî. Ji ber vê yekê, divê rejîma îşxalker bi zorê bêçekkirin, û divê cezayên giran li ser welatên ku çek û fînanse didin wê werin sepandin."

"Dema ku hevsengiyên hêza cîhanî guherîn, tora terorîst neçar ma ku paşve vekişe"

Demîr, bal kişand ser paşxaneya pêvajoya agirbestê ya di navbera rejîma îşxalker a sîyonîst û Lubnanê de û got: "Pêvajoya agirbestê ya dawî ya di navbera Lubnan û rejîma îşxalker a sîyonîst de encama wê yekê ye ku Emrîka ji ber bikaranîna Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve wekî kartek bazarkirinê hatiye dorpêçkirin. Ultîmatomê ku ji aliyê Emrîkayê ve ji rejîma siyonîst re hatiye dayîn, nîşaneyeke eşkere ya tirsa ji têkbirina korîdorên enerjiyê û berjewendiyên aborî yên cîhanî li herêmê ye. Vê rewşê bi awayekî bê şik îspat kiriye ku hemî çalakiyên qirkirin, îşxalkerî û terorîstî yên ku heta niha ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine kirin, bi erêkirina stratejîk û piştgiriya lojîstîkî ya Emrîkayê pêk hatine. Ev tora terorîst, ku bêyî destûr û alîkariya hêzên emperyalîst nikare gavekê bavêje, dema ku hevsengiyên hêza cîhanî diguherin, neçar maye ku paşve bikişe. Ji aliyê din ve, rejîma îşxalker a siyonîst tevî agirbestê jî êrîşên xwe didomîne û hewl dide ku planên dagirkeriyê yên nû bicîh bîne."

"Rejîma îşxalker vegera sivîlan asteng dike"

Demîr, her wiha bal kişand ser manîpulekirina demografîk li Başûrê Lubnanê û got, "Sîyaseta 'xeta zer', ku li Xezzeyê veguheriye dagirkirin û îlhaqkirina fiîlî, niha li başûrê Lubnanê jî tê ceribandin. Rejîma îşxalker bi tehdîdên derxistinê gund û bajarokên sînor ên ku vala kiriye û îşxal kiriye, hildiweşîne û rê li ber vegera sivîlan digire. Divê ev hewldana îşxalkirinê wekî ferzkirinek nû were dîtin ku armanc dike avahiya demografîk a li ser erdê biguherîne. Ev model, ku hewl tê dayîn ku bi retorîka 'xeta ewlehiyê ya demkî' were rewakirin, nîşan dide ku qadên jiyanê yên sivîlan wêran dike, rê li ber vegera wan digire û bi dirêjkirina wê bi demê re îşxalkirinê mayînde dike. Eşkere ye ku xeta ku li Lubnanê hatiye anîn beşek ji planeke sîstematîk e ku armanc dike hevsengiyên herêmî biguherîne, û divê civaka navneteweyî li dijî vê fait accompli helwestek zelal bigire."

"Divê Tirkîye piştgiriya parastina çalak û leşkerî bide Fîloya Sumud a Cîhanî"

Di dawiyê de, Demir, banga piştgiriyê ji bo destpêşxeriyên sivîl ên ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê dest pê kirine, berpirsiyariya wê ya dîrokî bi bîr xist û got: "Fîloya Cîhanî ya Sumud, ku ji hêla rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên wijdanî ve ji bo şikandina dorpêça nemirovane ya Xezzeyê ji hêla rejîma sîyonîst ve hatî destpêkirin, dest bi rêwîtiya xwe ya duyemîn kiriye. Çalakvanên bi biryar ên ku beşdarî Fîloyê dibin ala wijdanê mirovan hildigirin. Lêbelê, heke ev fîlo bi êrîşkarî û destwerdanên korsan ên rejîma sîyonîst re rû bi rû bimîne, sedema hebûna pergala navneteweyî dê bi giranî were pirsîn. Pêşkêşkirina piştgiriya deryayî ji bo parastina fîloya sivîl dê ne tenê îradeya hevpar a gelan lê di heman demê de ya dewletan li dijî vê qirkirin û dagirkeriyê be. Di vê çarçoveyê de, wekî pêdiviyek berpirsiyariya me ya dîrokî li herêmê û îddîaya me ya 'parêzvanê bindestan', em daxwaz dikin ku Tirkîye bi dayîna piştgiriya parastina çalak û leşkerî ji Fîloya Cîhanî ya Sumud re û ewlekirina korîdora alîkariya mirovî, helwestek zelal li dijî rejîma îşxalker bigire." (ÎLKHA)

HUDA PAR Milletvekili Demir, Sumud Filosu için askeri destek çağrısı yaptı

GÜNDEM

HUDA PAR Gaziantep Milletvekili Şahzade Demir, Meclis’te düzenlediği basın toplantısında Türkiye’den, Gazze ablukasını kırmak amacıyla yola çıkan Küresel Sumud Filosu’na destek vermesini istedi.

Demir, Meclis’te gerçekleştirdiği basın toplantısında uluslararası toplumun İsrail’e yönelik tutumunu sert sözlerle eleştirdi.

“İsrail’in BM üyeliği askıya alınmalı”

Rejîma îşxalker digel agirbestê jî êrîşek li ser Lubnanê da destpêkirin
Rejîma îşxalker digel agirbestê jî êrîşek li ser Lubnanê da destpêkirin
İçeriği Görüntüle

Demir, Filistin, Lübnan ve Suriye’de yaşananları eleştirerek, “Uluslararası toplum artık sistematik etnik temizlik ve hukuksuz saldırılara karşı somut adımlar atmalıdır. Açıkça Birleşmiş Milletler kararlarını ve uluslararası hukuku ihlal eden bu yapının üyeliğinin askıya alınması ve resmi olarak ‘işgal gücü’ olarak tanımlanması gereklidir. Bu politikalar sadece bölgesel barışı değil, küresel güvenliği de tehdit etmektedir. Bu nedenle ağır yaptırımlar uygulanmalı ve destek veren ülkelere de yaptırım getirilmelidir” dedi.

“Küresel güç dengeleri değişince geri adım atmak zorunda kalıyorlar”

Son ateşkes sürecine de değinen Demir, “ABD’nin enerji koridorları ve ekonomik çıkarları nedeniyle bölgedeki gelişmelere müdahil olduğu görülmektedir. Bugüne kadar yaşanan saldırıların arkasında stratejik destek bulunmaktadır. Ancak küresel güç dengeleri değiştiğinde bu yapıların geri çekilmek zorunda kaldığı görülmektedir. Buna rağmen saldırılar devam etmektedir” ifadelerini kullandı.

“Sivillerin geri dönüşü engelleniyor”

Demir, Lübnan’ın güneyinde yaşanan gelişmelere de dikkat çekerek, “Sınır bölgelerinde boşaltılan yerleşim yerleri yıkılmakta ve sivillerin geri dönüşü engellenmektedir. Bu durum demografik yapıyı değiştirmeye yönelik sistematik bir planın parçasıdır. Uluslararası toplumun buna karşı açık bir tutum alması gerekmektedir” dedi.

“Türkiye, Sumud Filosuna askeri ve koruyucu destek vermeli”

Açıklamasının sonunda Demir, Gazze ablukasını kırmak için yola çıkan sivil girişimlere destek çağrısında bulunarak, “Küresel Sumud Filosu, sivil toplum kuruluşları ve aktivistler tarafından başlatılmış bir insani girişimdir. Ancak olası müdahaleler durumunda uluslararası sistemin sorgulanması kaçınılmaz olacaktır. Türkiye’nin bu filoya denizden koruyucu ve askeri destek sağlaması, hem insani hem de tarihi bir sorumluluktur” ifadelerini kullandı.

Kaynak: HABER MERKEZİ