Rejîma sîyonîst peymana agirbestê li Xezzeyê îxlal dike. Di êrîşên li deverên bakur û navîn ên herêmê de, Filistînî, di nav de zarok jî hene, şehîd bûne, di heman demê de îşxalkeran li gelek deveran xanî û deverên niştecihbûnê teqandine.

Motorine 2,35 liralık indirim bekleniyor
Motorine 2,35 liralık indirim bekleniyor
İçeriği Görüntüle

Digel peymana agirbestê ya nazik li Xezzeyê, êrîşên rejîma sîyonîst berdewam dikin. Di êrîşên bêmirov ên li bakurê Xezzeyê de, zarokek hat kuştin û gelek sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku firokeyeke bêmirov a rejîma sîyonîst li nêzîkî Beyt Lahiyayê bombe avêt ser sivîlan. Di êrîşê de Jud Talat Duweykê 13 salî hat kuştin û du kesên dinê jî birîndar bûn.

Êrîşeke bi heman rengî li nêzîkî Kampa Helawe ya li bajarokê Cebeliyeyê pêk hat. Li gorî agahiyan, Filistîniyek ji ber bombeyeke ku ji teref droneke sîyonîstan ve hatiye avêtin birîndar bû.

Ekîbên Parastina Sîvîl li Xezzeyê ragihandin ku wan cenazeyên du şofêrên qamyonên alîkariyê yên ku çend roj berê di encama gulebarana sîyonîstên îşxalker de li herêma Mawasîyê ya Refahê miribûn, dîtine. Hate destnîşankirin ku kon û stargehên ku Filistîniyên koçber lê dimînin, di êrîşên topan de berdewam dikin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör Gümüş