Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye, ji sîyonîstan re derbeyên giran lê dixe. Hat îfadekirin ku di operasyoneke Qessam de 2 terorîstên îşxalkeran mirin, piranîya wan giran 22 terorîst jî birîndar bûn. Ji 7ê Cotmehê vir ve ji 700î zêdetir polês, leşker û endamên îstîxbarata sîyonîstan ji teref micahîdan ve hatine kuştin. Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker reqemên rastîn ji raya giştî vedişêre. Çapemenîya îşxalê jî encax li gorî agahîyên ku ji teref terorîstan ve were daxuyandin dikare xeberan çêbike. Hat îfadekirin li gorî hesabên ne fermî hejmarê mirî û birîndaran bi hezaran tê qalkirin. (ÎLKHA)