Li rojhilatê Sûdanê, ji ber hilweşîna kaniyeke zêr a kevneşopî heft kes mirin û şeş kes jî birîndar bûn.
Şîrketa Çavkaniyên Madenî ya Sûdanê ragihand ku di hilweşîna kaniyeke zêr a kevneşopî li herêmên Ganab û Aulib ên Dewleta Deryaya Sor a li rojhilatê Sûdanê de herî kêm heft kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Şîrketê di daxuyaniyekê de piştrast kir ku tîmên meydanî ji dema bûyerê ve li cihê bûyerê ne û bi rayedarên peywendîdar re hevahengiyê dikin da ku birîndaran ji bo dermankirina bijîşkî veguhezînin Port Sudan, di heman demê de hêzên parastina sivîl operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê didomînin.
Medyaya herêmî got ku kana ku li herêmeke çiyayî ye, bi temamî hilweşiyaye, lê hejmara rastîn a madenvanên di hundir de di wê demê de nayê zanîn.
Karbidestan diyar kirin ku ew kesên ku hatine dîtin an rizgar kirin tenê ew kes bûn ku di dema hilweşînê de nêzîkî rûyê kanê bûn, ev yek jî nîşan dide ku dibe ku gelek kanadarên din hîn jî di bin erdê de asê mane. (ÎLKHA)
Sudan’ın doğusunda bir altın madeninde meydana gelen çökme faciasında en az 7 kişi hayatını kaybetti, 6 kişi de yaralandı.
Sudan Maden Kaynakları Şirketi, Kızıldeniz eyaletine bağlı Ganab ve Aulib bölgelerinde bulunan geleneksel bir altın madeninin çökmesi sonucu can kayıplarının yaşandığını açıkladı. Olayın ardından bölgeye sevk edilen ekiplerin çalışmalara başladığı, yaralıların tedavi edilmek üzere Port Sudan’a sevk edildiği bildirildi.
Yetkililer, sivil savunma ekiplerinin arama kurtarma çalışmalarını sürdürdüğünü belirtirken, yerel kaynaklar madenin tamamen çöktüğünü aktardı. Çökme sırasında maden içinde kaç işçinin bulunduğunun henüz netlik kazanmadığı ifade edilirken, bazı işçilerin hâlâ enkaz altında olabileceği değerlendiriliyor.




