Serokê Navçeya Navend a Şirnexê yê HUDA PARê Huseyîn Uzen, bal kişand ku li Şirnexa ku rojê 81 hezar warîl petrol tê derxistin rafînerî tineye.

Uzen bibîrxist ku Şirnex di warê hilberîna petrolê de bûye navenda herî mezin a Tirkîyeyê, destnîşan kir ku heger rafînerê were çêkirin ew ê tenê ji senayîyê re feydeya wî tinebe; di heman demê de feydeya wî ji perwerdehî, bazirganî, bajarbûnî û îstîhdamê re jî hebe.

Huseyîn Uzen, diyar kir ku Şirnex di warê nifûsa ciwanan de bajara duyemîn e li Tirkîyeyê û ji ber ku ciwan li Şirnexê nikarin kar bibînin diçin derveyê bajêr dixebitin.

Huseyîn Uzen destnîşan kir ku ew wek HUDA PARê dixwazin ku bila li Şirnexê rafînerîyek were çêkirin û vekirin. (ÎLKHA)

Piştî barana zêde konên li Şerîda Xezzeyê di bin avê de man
Piştî barana zêde konên li Şerîda Xezzeyê di bin avê de man
İçeriği Görüntüle

Muhabir: Editör