Di qezaya ku doh li Qonyeyê pêk hatibû de 2 zarok canê xwe ji dest dabûn, Abdurrahman Kaplan (29) û Melek Kaplan (6) ên ku giran birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.
Doh li ser rêya Qonye-Edeneyê qeza pêk hatibû.
Wesayîta ku di bin îdareya Abdurrahman Kaplan de bû û li alîyê Ereglîyê diçû, li nêzê Taxa Îsmîlê li refûjê qelibî û teqle avêt.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de Kûbra Bîteya 3 salî û Oyku Bîteya 5 salî li cîhê qezayê canê xwe ji dest dabûn, 4 kes jî birîndar bûbûn.
Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatibûn rakirin. Lê Abdurrahman Kaplan (29) û Melek Kaplan (6) ku giran birîndar bûbûn di Nexweşxaneya Bajêr a Qonyeyê de digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Editör: Editör