Li Hindistanê ji ber Bahoza Montha ku li Telangana û Andhra Pradesh zirar û ziyaneke mezin çêkir, herî kêm 9 kes mirin.

Li gorî rayedaran, Bahoza Montha şeva Sêşemê gihîşt perava Andhra Pradesh, barana rekord anî û bû sedema lehiyê.

Rayedaran gotin ku di encama bahozê de herî kêm neh kes mirine.

Bayên bahozê li wîlayetên başûrê Hindistanê yên Telangana û Andhra Pradesh zirar û wêraniyeke mezin çêkirin. Bahozê zirar da çandinî, xetên veguhestinê û stûnên elektrîkê, û dar ji kokê rakirin. Li gelek deverên herêmên tesîrdar qutbûna elektrîkê hat ragihandin.

Amasya'da kaza: 11 yaralı
Amasya'da kaza: 11 yaralı
İçeriği Görüntüle

Li gorî raporan, li her du dewletan zêdetirî çar milyon kes bandor bûne û bi hezaran kes ji deverên lehiyê hatine tehliyekirin. Ji bo kesên tesîrdar zêdetirî 2 hezar navendên alîkariyê hatine avakirin. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/cihan/li-hindistanê-di-bûyerên-ji-ber-barana-gur-de-9-kes-mirin-488647

Muhabir: Editör