Kurdi

Li Bolu qeza trafîkê: 15 birîndar

Di encama qezaya ku li hêla Boluyê pêk hat de 15 kes birîndar bûn.

Abone Ol

Qeza li ser Şahreya Anatolîyê ya li hêla Boluyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 34 HJ 9095 li otobusa bi plaqeya 44 AFN 688 a li pêşîya xwe qelibî.

Di encama qezayê de 15 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)