0

 

Li gorî nûçe dibêje "failê bûyerê di sala 1997an de tê girtin piştî ancama îfadekirinê beraeta wî tê kirin. Tam wextê ku em dibêjin heqiyê ciyê xwe girt sosreteke dî di devereke dî re derdikeve. M.Şerîf di dawiya sala 1994an de Emniyeta ku îşkence lê dikin gilî dike Dozgeriya Komara Bîngolê. Ji sedem vê giliyê, îşkencekerê M.Şerîf çi wextî hevalekî wî an jî kesekî di mehela wî de bigrin navê wî jî li cem navê wan dinivîsin da ku cezayê M.Şerîf bêtir bibe û bi vî awayî heyfa xwe jê hilênin."

Di domahiya nûçeyê de mexdûr van tiştan rêz dike; "di 20ê adara 2002an de wextê min wezîfeya xwe ya olî ya fermî dikir  ji Emniyeta Şirnexê polîsên Saziya Dewleta Paralelê li îdîl/hezexê ez girtim ez birim Emniyeta Şirnexê. 'Eynî bûyer, 'eynî şahid, 'eynî îfade, 'eynî mahkeme piştî hevrûkirina mehkemeya kanûna sala 1997an bêsûciya min biryar dan û ez rizgar kirim. Piştî salekê  27ê tebaxê sala 2003an de piştî hevrûkirinê ez "sûcdar" dîtim û vê carê cezaya hepsa sermedî dane min. Digel ku tu tişt cuda nebû jî heyetekê beraet, heyeta dî jî muebet dide. Eşkere ye ku ev dozeke dubare ye û dijraberê xala 253/3. ya CMUKê ye. Ez li gora qanûnê wiha dibêjim: ez mexdûrê wê dozê me ku min li polîs vekiriye ji sebeba ku îşkence li min hatiye kirin." Ez fêm nakim ev çi 'edaleteke sosret û kirêt e.

Ma qey gere ev qasî eşkera bane ez fêm nakim; ji bedêla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan heye li vê dewletê. Tenê ji sebeb xwestina îstî'mala mafê xwe yê hiqûqî û digel gelek nakokiya ji ber ku heme îşkenceker memnûn bibin jiyana gelek merivan reş dikin hinek rûreş. Û hinek rayedarê gemar jî biryara xwe li gor menfeeta van havalê xwe yê rûreş didin.

Lê belê, bila ji bîr nekin ku bi sedan merivên weke "Paralelcî"ya bi neweyî û vir û dek û dolaba li hember kesên mîna M.Şerîf Çelîk bêsûc û bêguneh de serketî nebûn û nabin jî. Lewra axînên bindestan textê zordestan di hejîne herûher. Di vê mijarê de ez karim gotineke Hz.Pêxember(s.x.l) jî bibêjim ku ew bo xwe emniyeta êminî û dadmendiyê bû: “dijberî we jî be ji 'edaletê dûr nebin, 'adilbin herûher. Lewra 'edalet puxteya Îslamê, xîma mal û milk e. Dewleta kafira bi xwe jî bi 'edaletê payîdar dibe. Heger dewleta Misilman jî be ku ji 'edaletê bêpar be hilweşîna wê qethiye.”

Ev hedîs mîna her demê û mîna her rayedar û hikûmetê ji vê dema me re û ji vê hikûmeta me re jî meqbûl e. Heke heta vî wextî kesên mezlûm û bêsûc di zindanên dewletê de hebin muheqeq guneh û webal di stûyê hikûmetê bi xwe de ye. Gere bi lez û bez heyet kom bibin û dosyayên wan bên lêkolandin. Dinya 'alem pê hisiya ye ku ji xeynî vê rê tu rê û rêbaz wan pak nake ji sûc û gunehên wan.

Ey rayedarê hikûmetê, Wezîriya 'Edaletê; qey wext ne hatiye ji bo veqetandina sûcdar û bêsûca? Heta kengî hûnê ça'vê xwe kor bikin li hember evan neheqiyan? Qey ji nifirên mazlûma wextê tirsandina we jî nehat?

Bi daxwaza hatina rojên ku heqîqet û 'edalet serdest bûyî...

NOT: Çevirim için M.Emin ANMAL’a teşekkürler

 

                                                                                                                             

Ryan Reynold

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *