Ji ber ku rejîma siyonîst nahêle sotemenî bikeve hundir, li Nexweşxaneya El-Awde ya li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li Xezzeyê cêylan bi temamî hatiye qutkirin. Xizmetên girîng di talûkeya mezin de ne.
Nexweşxaneya El-Awde ya li Kampa Penaberan a Nuseyratê li başûrê Xezzeyê êvara pêncşemê bê elektrîk ma piştî ku sotemeniya wê bi temamî qediya.
Rêveberiya nexweşxaneyê ragihand ku tevî mîqdarên ku di peymana agirbestê de hatine destnîşankirin, sotemeniya ku ji bo xebitandina jeneratoran pêwîst e, ji aliyê hêzên îşxalker ve nayê anîn herêmê.
Çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku piştî ku sotemeniya dawî ya berdest xilas bû, jenerator bi tevahî rawestiyane, û di encamê de li hemû deverên nexweşxaneyê elektrîk qut bûye.
Hate tekez kirin ku her çend hin xizmetên bingehîn tenê bi çavkaniyên enerjiya yedek ên sînorkirî dikarin werin domandin jî, ev yek di rewşa zêdebûna hejmara nexweşan û rewşên giran de têrê nake.
Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku qutbûna elektrîkê rasterast jiyana nexweşan, bi taybetî yên li beşên lênêrîna giran, zarokan û odeyên emeliyatê, tehdît dike û bangek lezgîn li rêxistinên navneteweyî kir.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku zext li ser dagirkeran bê kirin û tavilê sotemenî bê dabînkirin da ku jenerator ji nû ve werin xebitandin. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/cihan/kêmbûna-sotemeniyê-nexwesxane-xiste-tariyê-nexwesxaneya-el-ewde-li-xezzeyê-bê-cêylan-ma-500367





