Civîna Kabîneyê ya îro bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê li ser rageşiya li Rojhilata Navîn, ewlehiya enerjiyê, tesîrên aborî û pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror" be. Tê texmînkirin ku êrîşên li Xezzeyê û talûkeya pevçûnên herêmî jî di nav mijarên sereke yên nîqaşê de bin.
Kabîneya Serokkomariyê îro li Beştepeyê di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de dicive. Di civîna krîtîk de dê bi berfirehî rageşiya li Rojhilata Navîn a zêde dibe, bandorên wê yên aborî û pirsgirêkên ewlehiyê werin nirxandin.
Yek ji mijarên herî girîng ên rojeva kabîneyê ew ê êrîşên berdewam ên li Xezzeyê û hewldanên rejîma sîyonîst ji bo belavkirina pevçûnan li herêmê be. Têkiliyên dîplomatîk ên vê dawiyê yên Enqerê û bangên agirbestê dê di civînê de werin nîqaşkirin.
Tê gotin ku hewldanên dîplomatîk ên Tirkîyeyê, bi taybetî yên ji bo dabînkirina agirbestek mayînde li Xezzeyê, temînkirina gihandina bênavber a alîkariyên mirovî û pêşîgirtina li metirsiya şerê herêmî, wê bi berfirehî werin nirxandin.
Di civînê de ew ê tesîra rageşiya berdewam a di navbera Îran û Emrîkayê de li ser herêma Kendavê jî were nîqaşkirin. Di civînê de dê were nirxandin ka zêdebûna rageşiya li dora Tengava Hurmuzê, ji ber nezelaliya di navbera Tehran û Washingtonê de, dê çawa bandorê li bazarên enerjiyê bike.
Tê diyarkirin ku bandora guherînên bihayên petrolê, ewlehiya temînkirina gaza xwezayî, û talûkeyên potansiyel ên li ser rêyên bazirganiyê yên cîhanî li ser aboriya Tirkiyeyê jî dê di nav mijarên aborî yên ku dê di Kabîneyê de werin nîqaşkirin de bin.
Tê texmînkirin ku rêveberiya aborî tedbîrên têkildarî têkoşîna li dijî enflasyonê, garantîkirina aramiya bazarê û gavên nû ji bo mehên havînê pêşkêş bike. Tê diyarkirin ku bi taybetî dê giranî li ser bandora zêdebûna gerdûnî ya lêçûnên enerjiyê li ser bazara navxweyî were danîn.
Di civîna kabîneyê de di bin sernavê ewlehiyê de, dê xebatên di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bê Teror" de werin nirxandin. Hat hînbûn ku dê di civînê de raporên herî dawî yên ku ji hêla yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê ve hatine amadekirin werin nîqaşkirin.
Herwiha tê texmînkirin ku di civînê de rêziknameyên qanûnî yên ku dikarin li gorî merhaleya niha ya pêvajoya bêçekkirinê werin bicîhanîn û rapora ku ji hêla Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve hatî pejirandin, werin nîqaşkirin.
Tê texmînkirin ku di civînê de geşedanên li bakurê Sûrîyeyê, rewşa dawî ya derbarê pêkhateya PKK/SDGê de, têkoşîna li dijî koçberiya bêserûber û mijarên ewlehiya sînor jî werin nirxandin. (ÎLKHA)
Kabine bugün toplanıyor: Gündemde Orta Doğu krizi, ekonomi ve güvenlik var
Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan başkanlığında bugün Beştepe’de gerçekleştirilecek Kabine Toplantısı’nda Orta Doğu’daki gerilim, enerji güvenliği, ekonomik gelişmeler ve güvenlik politikaları ele alınacak.
Toplantının ana gündem maddeleri arasında Gazze’ye yönelik saldırılar ve bölgesel çatışma riskinin büyümesi yer alıyor. Ankara’nın son dönemde yürüttüğü diplomatik temaslar ile ateşkes çağrılarının da toplantıda değerlendirilmesi bekleniyor.
Kabinede, Türkiye’nin Gazze’de kalıcı ateşkesin sağlanması, insani yardımların kesintisiz ulaştırılması ve bölgesel savaş riskinin önlenmesine yönelik diplomatik girişimlerinin kapsamlı şekilde ele alınacağı belirtiliyor.
Öte yandan İran ile ABD arasındaki gerilimin Körfez bölgesine etkileri de gündemde olacak. Özellikle Hürmüz Boğazı çevresindeki tansiyonun enerji piyasalarına ve küresel ticaret yollarına olası yansımalarının değerlendirileceği ifade ediliyor.
Ekonomi başlığında ise petrol fiyatlarındaki dalgalanmalar, doğal gaz tedarik güvenliği ve artan enerji maliyetlerinin Türkiye ekonomisine etkileri görüşülecek. Enflasyonla mücadele, piyasa istikrarının korunması ve yaz aylarına yönelik yeni ekonomik adımların da masaya yatırılması bekleniyor.
Güvenlik başlığında ise “Terörsüz Türkiye” hedefi kapsamında yürütülen çalışmalar ele alınacak. Güvenlik ve istihbarat birimlerinin hazırladığı son raporların Kabine üyelerine sunulacağı öğrenildi.
Toplantıda ayrıca Kuzey Suriye’deki gelişmeler, PKK/SDG yapılanmasına ilişkin son durum, düzensiz göçle mücadele ve sınır güvenliği konularının da değerlendirileceği kaydedildi.





