Civîna kabîneyê ya ku îro di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de tê lidarxistin, wê li ser aboriyê, têkoşîna li dijî terorê, pêşketinên li Rojhilata Navîn û amadekariyên betlaneyê be.
Kabîneya Serokkomariyê di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de li Beştepeyê dicive.
Aborî ew ê yek ji mijarên sereke yên rojeva kabîneyê be. Têkoşîna li dijî enflasyonê, gavên ku ji bo garantîkirina aramîya fîyetan têne avêtin û tesîra guherînên di lêçûnên enerjiyê de li ser aboriya neteweyî dê werin nirxandin. Her wiha tê diyarkirin ku dibe ku tedbîrên nû yên aborî werin nirxandin.
Di siyaseta derve de jî bal li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn tê kişandin. Rageşiya berdewam a di navbera Emrîka û Îranê de, êrîşên li Xezzeyê û hevsengiyên ewlehiyê yên herêmî dê di civîna kabîneyê de werin nîqaşkirin. Tê texmînkirin ku gavên dîplomatîk û mirovî yên Tirkîyeyê jî werin nirxandin.
Di bin sernavên ewlehiyê de, wê li ser xebatên ku di çarçoveya armanca "Tirkîyeyek Bê Teror" de hatine kirin, were axaftin. Bi taybetî, tê texmînkirin ku pêşketinên li ser erdê yên di derbarê pêvajoya bêçekkirina PKKê de û gavên nû yên gengaz werin nîqaşkirin.
Tê texmînkirin ku pirsgirêkên ewlehiyê yên vê dawiyê yên li dora dibistanan li hinek parêzgehan jî di rojeva kabîneyê de bin. Tedbîrên nû ji bo zêdekirina ewlehiyê li saziyên perwerdehiyê ew ê werin nirxandin.
Dibe ku di civînê de li ser dirêjkirin an ne dirêjkirina dema betlaneyê beriya Cejna Qurbanê jî nîqaş were kirin.
Piştî civîna kabîneyê, tê payîn ku Serokomar Erdogan li ber kamerayan axaftinekê bike û biryarên ku hatine girtin ji raya giştî re ragihîne. (ÎLKHA)
Kabine Bugün Toplanıyor: Ekonomi ve Güvenlik Gündemde
Cumhurbaşkanlığı Kabinesi, bugün Recep Tayyip Erdoğan başkanlığında Beştepe’de toplanıyor. Toplantıda ekonomi, güvenlik ve bölgesel gelişmeler öne çıkan başlıklar arasında yer alıyor.
Kabinenin ana gündem maddelerinden biri ekonomi olacak. Enflasyonla mücadele, fiyat istikrarı için atılan adımlar ve enerji maliyetlerindeki değişimlerin ekonomiye etkisi değerlendirilecek. Ayrıca yeni ekonomik tedbirlerin de ele alınması bekleniyor.
Dış politikada ise Orta Doğu’daki gelişmeler masaya yatırılacak. ABD ile İran arasındaki gerilim, Gazze’deki saldırılar ve bölgesel güvenlik dengeleri kabinede görüşülecek konular arasında bulunuyor. Türkiye’nin diplomatik ve insani adımları da değerlendirilecek.
Güvenlik başlığı altında “terörsüz Türkiye” hedefi kapsamında yürütülen çalışmalar ele alınacak. Özellikle PKK’nın silah bırakma sürecine ilişkin sahadaki gelişmeler ve atılabilecek yeni adımların gündeme gelmesi bekleniyor.
Ayrıca son dönemde bazı illerde okullar çevresinde yaşanan güvenlik sorunları da kabinenin gündeminde olacak. Eğitim kurumlarında güvenliğin artırılmasına yönelik yeni tedbirler değerlendirilecek.
Toplantıda Kurban Bayramı öncesi tatilin uzatılıp uzatılmayacağı konusunun da görüşülmesi bekleniyor. Kabine toplantısının ardından Cumhurbaşkanı Erdoğan’ın alınan kararları kamuoyuna açıklaması öngörülüyor.




