Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) di daxuyanîyekê de ragihand ku ew li benda bersiva rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana ku bi rêya navbeynkaran di 18ê Tebaxê de pêşkêş kir. Pêşniyar ji hêla HAMAS û komên din ên Filistînî ve hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya xwe de, Hamas diyar kir ku ew amade ne ku ji bo "berdana hemû êsîrên îşxalker ên ku ji hêla berxwedanê ve têne girtin" û berdana hejmarek diyarkirî ya êsîrên Filistînî yên di bin îşxalkeran de, lihevkirinek berfireh bikin.
Tevgerê daxwaz kir ku rejîma sîiyonîst şerê xwe yê li ser Xezzeyê rawestîne, îşxalker bi tevahî vekişin û ji nû ve avakirina Xezzeyê dest pê bike.
Medyaya îşxalê ragihand ku Serokwezîrê qaşo Binyamîn Netanyahu, ku ji teref Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve tê xwestin, dev ji daxwaza xwe ya ji bo rêkeftineke qismî berdaye û li şûna wê rêkeftineke berfireh hilbijartiye. Serokê Emrîkayê Donald Trump jî tekezî li ser pêwîstiya berdana hemû hêzên îşxalker kir.
HAMAS her wiha dubare kir ku rêveberiya Xezzeyê ji teref desteyeke teknokrat a neteweyî ya serbixwe ve hatiye pejirandin, ku dê di cih de berpirsiyariya hemû waran bigire ser xwe.
Ev gava tevgerê bersivek e ji bo pirsa ku hikûmeta rejîma sîyonîst wekî hincet bikar anî da ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê roja piştî şer bidomîne.
Wekî ku hûn dikarin bi bîr bînin, di civîna xwe ya li Qahîreyê ya Kanûna Pêşîn a borî de, Hamas û Fetih avakirina komîteyek ji bo birêvebirina sektorê pejirandin; lêbelê, Desthilata Filistînî daxwaz kir ku birêvebirin aîdî wê be. (ÎLKHA)





