Serîyeyên Qudsê li Nablûs û Cenînê erebeyên îşxalê hedef girtin. Lu Qudsê FIlistînîyek şehîd bû, rejîma îşxalker dest danî ser bana Mizgefta Îbrahîmê.
Li Şerîaya Rojava komên berxwedanê li dijî êrîş û astengên îşxalkeran çalakîyên nû pêk anîn.
Baskên Nablûsê yên Serîyeyên Qudsê ragihandin ku li gelek cihên bajêr li dijî îşxalkeran operasyon li dar xistine. Hat gotin ku, bi teqemenîyên “Nablûsî 1” ê ku ji berê hatine hazirkirin, erebeyên îşxalê hatine hedefgirtin û raste rast îsabet girtine.
Serîyeyên Cenînê jî gotin ku, tîma “Silata el-Harîsîye”, erebeyeke leşkerî bi teqemenîya “Sîccîl 2”yê hedef girtine û bi serkeftî hatiye îmhakirin.
Îşxalker piştî operasyonan, li gelek cihên ketinê yên Şerîaya Rojavayê bi barîkat û derîyên hesin girtin.
Heyva Sor a Fîlîstînê ragihand ku, ji ber gule berdana îşxalkeran li herêma Ed-Dahîyeya Qudsê Filistînîyek ku dixwest dîwara cudakirinê derbas bike şehîd kirin. Şehîd hat rakirin nexweşxaneyekî Ramallahê.
Rêxistina Dijî Dîwar û Bicihkirinê ragihand ku rejîma îşxalker biryar daye ku banê hewşa hundirîn a Mizgefta Îbrahîmî ya li El Xelîlê desteser bike. Li gorî biryarê, banê mizgeftê yê 288 metrkareyî wê were desteserkirin û derbasî "milkê giştî" bibe.
Di heman demê de bi qetlîama li Xezzeyê re, êrîşên li Şerîaya Rojava jî zêde bûne. Li gorî çavkaniyên Filistînî, ji Cotmeha 2023an vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê herî kêm 1021 kes şehîd bûne, nêzîkî 7 hezar kes jî birîndar bûne û zêdetirî 19 hezar kes jî rehîn hatine girtin. (ÎLKHA)





