Leşkerên rejîma sîyonîst li Ramallahê bi îddîaya veguhestina pereyan bo Hamasê, êrîşî ofîseke guhertina pereyan kirin û gelek pere û belge dizîn.

Batman’da Güncel Altın Fiyatları 27 Haziran Cumartesi
Batman’da Güncel Altın Fiyatları 27 Haziran Cumartesi
İçeriği Görüntüle

Rejîma îşxalker li Ramallahê bi tohmeta fînansekirina Hamasê bi ser cîhekî danûstandina pereyan de girt û bi qasî 1.5 milyon şekel (447,000 dolar) pere dizî.

Li gorî Heyva Sor a Filistînê, di dema êrîşê de 27 kes birîndar bûn.

Îşxalkeran ragihandin ku "yekîneyên polês û sînor di operasyonekê de nivîsgeh kontrol kirin û neh kes ligel delîl û belgeyên sûc êsîr girtin."

Ev êrîş ji ber ku li navenda Ramallahê hat kirin wekî yek ji êrîşên kêmdîtî hat qeydkirin. (ÎLKHA)


Muhabir: Editör Gümüş