Di êrîşa ku li Şerîaya Rojavayê hat lidarxistin de yek jê zarok sê kes birîndar bûn, sê Filistînî jî hatin desteserkirin. Li bajaroka Beyt Ummara El Xelîlê jî rojmager Ferah Ebû Ayyaş, di serdegirtina mala xwe de hat êsîrgirtin.

Di seatên êvarê de li dijî Kampa Penaberan a El Amarî serdegirtin hat lidarxistin, di serdegirtinê de serê ewil yekîneyekî bi cil û bergên sîvîl ketin nav herêmê û dûre jî bi wesayîtên zirxî derdorê kampê hat dorpêçkirin. Di encama gulereşandinê de du ciwan û zarokekî 9 salî birîndar bûn.

Ardahan – Aras EDAŞ Planlı Elektrik Kesintileri
Ardahan – Aras EDAŞ Planlı Elektrik Kesintileri
İçeriği Görüntüle

Hîva Sor a Filistînê, daxuyandin ku sîyonîstan demeke dirêj nehiştine ku ekîbên tenduristîyê biçin herêmê, piştî vê astengkirinê birîndar hatin tehlîyekirin.

Di dema serdegirtinê de hinek xanî hatin hedefgirtin û lêgerînkirin, eşyayên nav malê hatin wêrankirin. Di lêgerînan de sê ciwan hatin desteserkirin.

Rojnameger Ferah Ebû Ayyaş hat desteserkirin

Di serdegirtina dinê ya ku li dijî Beyt Ummara El Xelîlê hat lidarxistin de rojnameger Ferah Ebû Ayyaşa 24 salî jî hat desteserkirin. Li gorî çavkanîyên herêmî, di dema serdegirtinê de li herêma El Zuxr û Şeyha Fatmayê gelek xanî hatin hedefgirtin ji bo serdegirtinê.

Bavê Ferah Muhammed Ebû Ayyaş, diyar kir ku mala wan bi temamî hat serûbinkirin û qîza wî jî tu sebeb nehat nîşandan û hat desteserkirin.

Li gorî sazîyê mafên êsîran, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve 194 rojnameger hatin desteserkirin. Hêna jî 49 rojnameger di girtîgehên sîyonîstan de têne girtin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör