Li Behra Egeyê di nav 10 seatan de 25 erdhej pêk hatin Li Behra Egeyê di nav 10 seatan de 25 erdhej pêk hatin
Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku lazimatîya Xezzeyê ji Refahê dihat temînkirin bal hat kişandin ku astengkirina têketina derman, xwarin, sotemenî û lazimatîyên însanî di warê tenduristî û însanî de wê bibe sedema felaketê.
Hat diyarkirin ku ji ber astengkirina têketina alîkarîyan stokên wan hatine ber qedandinê, ji ber vê yekê hat îfadekirin ku xelayekî nêz e.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber astengkirina sîyonîstan însanan di warê xwarinê de pirsgirêkeke cidî dijîn; ev rewş nîşan dide ku rejîma îşxalker hiqûqa însanî ya navneteweyî îxlal dike.”
Hat ragihandin ji ber astengkirina sotemenîyê jenerator, ambûlans û tesîsên avê wê nikaribin werin şixulandin, ji ber vê yekê dibe ku sîstema tenduristîyê hilweşe. (ÎLKHA)
Editör: Editör