Kurdi

Henîyyeyê û Zîyad el-Nexalehê hevdîtinek pêk anîn

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê û Zîyad el-Nexalehê Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî li Doha hatin cem hev.

Abone Ol
Her du heyet li ser hemû geşedanên siyasî û meydanî û bi taybet êrîşên îşxalkeran ên li dijî Xezzeyê gotûbêj kirin.
Heyet bal kişand ser yekitiya berxwedêrên Filistînê di meydan û siyasetê de ji bo ku gelê Filistînê bigihêje armancên xwe yên demkî û stratejîk û li ser yekitiya cepheya berxwedanê û herêmên piştgiriya wê li Lubnan, Yemen û Iraqê sekinîn. (ÎLKHA)