Euro

38,1133

Dolar

34,1591

Altın

2.913,97

haberler
Kurdi

Li Meksîka zêdeyî 150 kesî ji ber germê mirin!

Ji serê salê vir ve li Meksîkayê hewayeke germ tesîrdar bûye hejmarê mirîyan jî derketîye 155 kesan.
  • Ekleme: 21.06.2024 10:57 Güncelleme: 21.06.2024 10:57
Editör
Li Meksîka zêdeyî 150 kesî ji ber germê mirin!
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li welat ji ber hewaya germ hejmarê mirîyan zêde dibe û ava ku di nav berajan de ye jî kêm dibe.
 
Germahîya li wîlayetên Veracruz, Tabasco, Tamaulipas, Nuevo Leon û San Luis Potosiyê 45 derceyê derbas kirîye.
 
Li giştîyê welat ji serê salê vir ve 155 kes ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dane.
 
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Sekretertîya Tenduristîyê ve hatîye belavkirin, tenê di navbera 13-18ê Hezîranê de 30 kes ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dane.
 
Di çapemenîyê de jî hat îfadekirin ku 2 hezar û 567 tavê li wan xistîye û ji germê tesîrdar bûne. (ÎLKHA)
 

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.