image

Qeza li Taxa Yangi ya navçeyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kamyona ku N.A diajot ji paş ve li tira ku di heman alî de sekinîbû qelibî.

Di qezayê de ajokarê kamyonê N.A ku di qemyonê de asê mabû û li A.Y.yê ku li cem wî bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê û îtfaiyeyê hat sewqkirin li herêmê. Cenazeyên 2 kesên di kamyonê de asê mabûn ji aliyê îtfaiyeyê ve hatin derxistin.

Cenaze hat birin Morga Saziya Tipa Edlî ya Mûxlayê. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *