image

Cenazeya Ethem Turkben ê ku duh êvarî pişîtî nimêja êvarî di mala xwe de ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin. Îro cenazeya wî piştî otopsîyê şandin navçeya Sîwereka Rihayê.

Ethem Turkben li taxa Gulbahçesîya Seyhanê ji bo nimêja êvarî çûbû camîya Hazretî Enes. Turkben, piştî ku nimêja xwe eda dike, divegere mala xwe.  Dema ku ew û malbata wî li ser sifra xwarinê ne 3 kesên PKKyî yên rûyên wan girtî di ser mala wî de girtibûn û ji mesafeyekê nêz ve lê reşandibûn. Turkbên di vê êrîşê de hatibû şehîdkirin. Cenazeya wî îro serê sibê anîne Sazîya Tipa Edlî ya Edenê .

Dema ku cenazeya wî anîn tipa edlî gelek hezkirî û naskirîyên wî û her wiha gelek rayedarên STKyan li ber devê derîya tipa edlî li hev kom bûn û bênavbir tekbîr anîn, slogan avêtin. Koma ku li hev civîyabû ji PKKê re jî lanet xwend.

Piştî cenazeya Ethemî ji otopsîyê derxistin bi tekbîrancenazeya wî bi rê kirin.(ÎLKHA)



















0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *