image

 Weke ku tê zanîn zaroka bi navê Ecrîn Tunç a ku berî vê 39 rojan winda bûbû.

 Walîtîya Mêrdînê Emer Faruk Koçak di derbarê Ecrîna ku winda bûbû de wiha destnîşan kir: “ Ez hêvî dikim ku Ecrîn hê jî dijî û ez hêvî dikim ku di demekê nêz de were dîtin.”

 Di derbarê windabûn û lê gerîna Ecrîna 5 salî de civînek ji teref walîtîyê ve hat lidarxistin. Di civîna ku hatiye kirin  de hat destnîşan kirin  ku Ecrîn Tunç a ku 5 salî ye û berî vê 39 rojan winda bûye ew ê li temamê Tirkîyê xebatên lê gerînê bên dest pêkirin.

 Ecrin çawa winda bûbû?

Ecrîn Tunç a ku 5 salî bû di 14ê hezîranê li taxa Harmanliyê ji bona here dikanê ji malê derketibû ku ji wê rojê ve tu xeber jê nehat standin.  Ji bona dîtina wê gelek xebatên lê gerînê hatibûn kirin; lê belê tu xeber û delîl di derbarê Ecrîn de nehatibû dîtin.(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *