image

Bingeha Camîya Hazretî Îsa ya li navenda navçeya Kayapinara Diyarbekirê di sala 2009an de hat avêtin, lê belê ji ber bê derfet û bê îmkanîyan hê jî inşaya wê xelas nebûye. Camîya ku li taxa Xanîyên Afatê ye bi plana 4 qatî hatibû çêkirin. Lê belê ji  ber bê derfetîyê tenê kata yekemîn ji îbadetê re hatiye vekirin.

Serokê Komeleya  Jiyandin û Çêkirina Camîya Hazretî Îsa ya Xanîyên Afatê Tahîr Çelîk  di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da û  bang li kesên xêrxwaz kir.

“Heger inşaya camîyê xelas bibe ew ê li camîyê 2 hezar kes îbadet bike”

Çelîk hest û ramana xwe wiha ragihand: “Bi xêrên xêrxwazan karên qebê yên camîyê xelas bûn.  Wekî din heta niha me tenê qata yekemîn a camîyê xelas kir. Camîya me 4 qatî ye. Di camîyê de qursa Qur’anê heye. Xwedê nesîb bike em ê qeta binî ya camîyê bixin medrese.  Dema ku camîya me xelas bibe ew ê 4 hezar kes tê de îbadet bike. Ji bo xelaskirina camîyê me  berî niha çû cem karsazan, lê bi me re eleqedar nebûn. Ji ber vê yekê em ji  misilmanan hêvîya alîkarîyê dikin.”

“Klîmayên camîyê hatin dizîn”

Çelîk wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Li sala borî du klîmayên camîya me hatin dizîn. Me cardin ji cemeata camîyê alîkarî berhev kir û klima stand.”

Her wiha hat hînbûn ku di derbarê vê mijarê de bi Miftîyê navçeya Kayapinarê M.Sirri Şik re têketine têkilîyê. Miftî di derbarê vê mijarê de diyar kiriye ku her çi ji destên wan bê ew ê ji bona camîyên bikin.(ÎLKHA)

 

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *