image

M. Alî Kutan ê ku  li ber devê derîyê kargeha xwe rûnîştî bû leqayî êrîşê hat û di êrîşê ku lê hat kirin de giran birîndar bû.

Hat ragihandin M.Alî Kutan berî niha Serokatîya HUDA PARê ya navçeya Tarsûsê kiriye.

Hat hînbûn ku berî niha jî ji teref  hinek kesan ve bi molotofan êrîş li dikana wî hatiye kirin û ew kesên êrîşkar xwestine ku dikana wî  bişewitînin. Lê ji ber ku hemwelatîyên ku li derdorê bûn ji êrîşkaran re bûne asteng, êrîşkar revîyane û ji cihê bûyerê dûr ketine.

 Duh êvarî di seat 21.00an de  jî kesên ku bi hinceta Sirûcê xwe berdabûne sikakan bere xwe dane dikana Kutanî.

Kesên çekdar ji nişka ve M.Alîyê ku li ber dikana xwe dirûnişt dan ber guleyan. Dikandarên derdorê Kutanê ku giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn dema ku Kutan rakiribûn nexweşxanê rewşa wî giran bû. Piştî ku wî rakirin nexweşxanê hat ragihandin ku rewşa wî ya niha bi ber başbûn ve diçê.(ÎLKHA)

 





0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *