image

Di derbarê arîkarîyên ku hatine kirin de li ser navê komeleyê Arîkarê Serokê Komîsyona Arîkarîyê Ramazan Tekyildiz wiha destnîşan kir: “ Me bi xebatên endamên xwe û bi wesîleya xêrxwazan di vê meha mibarek da hewl da da ku arîkarîya malbatên hewcedar bikin.”

Tekyildiz axavtina xwe ya di derbarê arîkarîyên ku hatine kirin de her wiha domand: “ Me di nava vê meha Remezanê de van arîkarîyan gihande malbatên jar û feqîr;  ji 164 malbetê re di qiymeta  8 hezar 200 lîre alîkarîya paketên erzaqê,  ji 89 mabatê re di qiymeta 3 hezar 738 lîre de alîkarîya goştê sor, ji 10 malbatê re di qiymeta 200 lîre de alîkarîya goştê spî, ji 100 malbatê re di qiymeta 400 lîre de alîkarîya nan, ji 15 malbatê re di qiymeta 250 lîre de alîkarîya zerzewat,  ji 30 malbatê re di qiymeta 500 lîre de alîkarîya cil û berg,  ji 3 malbatê re di qiymeta 3 hezar lîre alîkarîya alavên malê,  ji malbatekê re arîkarîya 250 lîre alîkarîya mesrefên tamîrkirina malê,  ji 300 kesî re xwarina fitarê û ji 13 malbatê re jî  alîkarîya 5 hezar û 660 lîre arîkarîya pere hatiye kirin.”

Tekyildiz di dawîya axavtina xwe de xwe ji kesên ku di vê xebata arîkarîyê de cihê girtîyê re û ji kesên xêrxwaz re spasgûzarîyên xwe anî ziman.(ÎLKHA)













0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *