image

 Wek ku tê zanîn 29ê gulanê li gundê Xanikêya girêdaye Hezaxa Şirnexê, Abdûlcelîl Talayhan û M.Şerîf Şîmşek ji teref kesên HDPyî ve hatibûn qetilkirin. Di vê eyda Remezanê de mala van her du şehîdan bi ziyaretvanan hat dagirtin.

“Ez ji vê derê eyda bavê xwe pîroz dikim”

Şuheda ya ku qîza Şehîd M. Şerîf Şîmşek e destnîşan  kir ku wê ev cara ewil e ku bê bavê xwe eydê derbas dike û axavtina xwe ya di derbarê eydê de wiha domand: “ Eyda borî dema ku min mal mal digerîya û şekir berhev dikir, bavê min jî ligel hevalên xwe eyda gundîyan pîroz dikirin. Pişt re bavê min hate mala dapîrê min û eydanîya min da min.  Min destê wî maç dikir wî jî rûyê min maç dikir. Ez ji vê derê dixwazim vî tiştî bibêjim. Bavê min eyda te pîroz û bimbarek be. Ez dixwazim li cennetê li ba bavê xwe bim.  Ez li vê derê bi sebr û qerar li benda bavê xwe me, înşaallah ew jî bi sebr li benda me ye. Em her tim gora bavê xwe ziyaret dikin û jê re Yasînan dixwenin.”

“Eyda te pîroz be bavê min”

Zehra Talayhan a ku qîza Şehîd Abdûlcelîl Talayhan e di derbarê bavê xwe de destnîşan kir ku bavê wê  mirovekî baş bû û her  tim jî qencîyê tewsîye dikir ku şehadet bûye nesîbê wî.

Zehra di derbarê bavê xwe û eydên ku bi wî re derbas kiriye de wiha ragihand: “ Berî niha em di roja eydan de zû hişyar dibûn, bavê min diçû camîyê.  Heta ku bavê min dihat me jî  hazirîyên xwe dikir. Dema ku bavê min  ji camîyê dihat me destê wî maç dikir û me eyda hevdû pîroz dikir.  Pişt rê bavê min eydanîya me dida me. Heger pêwîst be mirov ya rastî bibêje ev rewş tiştekî gelekî bi zehmet e, lewra bavê min niha tune ye. Mirov ji rexekî ve gelekî xemgîn dibe lê belê ji rexekê din ve jî ji bona ku ew li cennetê ye kêfa me tê. Em duh çûne li ser gora wî û me eyda wî pîroz kir.”(ÎLKHA) 











0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *