image

Li sûrî , hêzên ku girêdaye rejîma baasê ne li dijî muxalifan êrîşên xwe yên zilmkar didomînin.

Hat ragihandin  ku di êrîşên hewayî û erdî yên ku ji teref hêzên rejîma baasê ve li muxalif hatiye kirin de li helebê 42 , li nezî şamê 13 , li derayê 5 , li hama, lazkîyê û li deyru’z zorê 3 kes bi tevahî 63 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di nav kesên ku hatin qetilkirin de 5 zarok û 4 pîrek jî hebûn.

Di êrîşa ku balafirên şer ên artêşa sûrî li navçeya menbîcê ya ku li bakurê rojhilata helebê ye, dan ber bombeyan . Di êrîşa bombeyî ya hawayî de jî 26 sivîl hatin qetilkirin.

Di encama êrîşa hewayî de li navçeyê gelek avahî xera bûn.

Li gor agahîyên neteweyên yekîtîyê , li sûrî ji sala 2011an vir ve di wan şerên ku derketîye de ji 220 hezar zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bi milyonan însan malên xwe terk kirin. Ev kesên ku malên xwe terk kirine berê xwe dan welatên ku cînarê sûrîyê ne.(ÎLKHA)

 

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *