image

Duh êvarî li bajaroka Kuçukdîllîya Seyhanê PKKyîyan bi hinceta teqîna Sirûcê xwe berdan kolan û sikakan û 3 kargehên kesên ku li derdorên xwe bi nasnameyên xwe îslamî dihatin naskirin şewitandin. Îtfaye ji ber bûyeran nikaribû mudaxeleyî agir bike, ji ber vê yekê her 3 dikan jî bi temametî şewitîn.

Hat hînbûn ku kesên PKKyî dikanekê telefonan a ku xwedîyê wê li derdorê  bi nasnameya xwe îslam dihat naskirin şelandin û şewitandin.

Hat diyarkirin her 3 dikandarên ku  dikanên wan hatine şewitandin  ji ber ku bawermend û dîndar in bi zanebûn hatine hilbijartin û dikanên wan jî bizanebûn ji teref kesên PKKyî ve hatine şewitandin.

Koma PKKyî bi silehên lûlê dirêj li dikandaran reşandin

Nîştecihên taxê, diyarkirin ku ji ber ku polîs û îtfaye nehatine cihê bûyerê kesên PKKyî wêrektir bûne. Nîştecih di derbarê bûyerê de wiha destnîşan kirin, “Dema ku kesên PKKyî xwestin ku dikaninan din jî bişewitînin kesên dikandar yên ku li wê derê bûn xwestin ku ji vî tiştî re bibin asteng. Lê belê kesên PKKyî ji bona dikandaran belav bikin bi keleşan li  hewayê reşandin. Ji ber vê yekê dikandar mecbûr man ku ji wê derê biveqetin. Kesên PKKyî çend dikan şelandin û pişt re jî şewitandin. Polîs demekê dirêj nehate cihê bûyerê. Dema ku hat jî kesên PKKyî ji cihê bûyerê dûr bûbûn.(ÎLKHA)





















0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *