image

Bi vê alîkarîya ku hat kirin kesên feqîr û êtîm kêfxweş bûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Avrupa Yetim Eli Serdar Şîşman  derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Şîşman di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew ê xebatên wan ên alîkarîyê di meha Remezanê de jî berdewam bikin û dû re wiha got: “Me wek Avrupa Yetim Eli ji wan malbatên ku berîya meha Remezanê hatin tespîtkirin re alîkarî kir. Xweda nesîb bike ew ê alîkarîyên me berdewam bikin. Me halê nebaş ên malbatan û perîşanîya wan dît. Xweda ji wan re bibe alîkar. Heta ji destên me hat em ji wan re bûn alîkar. Bi saxîya xêrxwazan heta ji destên me bê em ê di meha Remezanê de ji van malbatan re bibin alîkar. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê li Bîngol, Xarpêt û bajarên din jî berdewam bikin.Em hewl didin di navbera kesên xêrxwaz û kesên feqîr de bibin pir û navbeynkar.”(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *