image

Muhammed Sudan Xoce Kî Ye?

Muhammed Sudan Xocayê ku di 10ê Nîsana 2014an de ji ber nexweşiyên qensera kezebê û firehbûna damarên qelbê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir di 6emîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin.

Alim û mutefekkirekî Kurdîstanî Seydayê Muhemmed Sudanê ku ji hevalên Rêberê Damezrîner ê  Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu bû,  di sala 1957an de li Gundê Dercimta navçeya Lîceya Diyarbekirê hat dinê. Lawê Hecî Sabrî Sudanê ku ji alim û rîsipiyê herêmê bû.

Hevnaskirina Wî ya Huseyîn Velîoglu

Sudan zaroktiya xwe bi terbiye û perwerdehiya Îslamî derbas kir û di serê salên 1980î de Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu nas kir. Dûvre dest bi xebatên Îslamî kir.

Sudan di sala 1987an de mala xwe anî Diyarbekirê. Li semtê Balikçilarbaşî dest bi esnaftiyê kir. Rewşa wî ya aboriyê gelek baş bû. Di demekê kurt de dev ji esnaftiyê berda û dest bi xebata Îslamî kir. Bi hevalên xwe re bû wesîla bi hezaran xwendekar li bajarê Diyarbekir û bajarên cûr bi cûr perwerdehiya Qur’ana Pîroz bistînin. Xebata Sudan Xoce û hevalên wî di demekê kurt de belavê her derê herêma Kurdîstanê bû. Ji ber xebata Îslamî bi hezaran zarok û ciwan dersê Qur’anê sitandin. Gelek însan adetên xwe yên xirab terk kirin û berê xwe dan dînê Îslamê.

Ji ber xebatên Îslamî Sudan Xoce ji sala 1993ê pê ve ji teref dewletê ve lê hat gerîn. Ji vê dîrokê pê ve Sudan xebatên xwe bi şiklekî veşartî domand. Dûvre mecbûr ma ku Diyarbekirê terk bike.

Di Girtîgehê de 10 Sal

Sudan Xoce di Mijdara 2000î de li Stenbolê hat binçavkirin. Ji teref dewletê ve çendîn roj îşkence lê hat kirin. Sudan Xoce di serê sala 2001î de ket zindanê. Ji teref DGMê ve bi binasiya endambûna Cemaeta Hîzbullahê 12 sal û 6 meh ceza jê re hat dayîn. Xoce, 10 sal 6 meh di Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Eyê, Girtîgeha Çewlîgê ya Tîpa Myê û Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Dyê de ma. Di vê pêvajoyê de wextê xwe bi ilmê Îslamî derbas kir. Xoce di sala 2011an de ji girtîgehê hat tehlîyekirin.

Wefata Wî

Piştî ku Sudan Xoce ji girtîgehê derket çû hecê. Li Mekkê nexweş ket û li wir tedawî bû. Piştî ku Xoce ji wir hat dîsa nexweş ket. Ji teref doxtoran ve hat tespîtkirin ku nexweşiya wî penceşêra cegera spî û qelb e. Seyda Muhemmed Sudan di 10ê Nîsana 2014an de di Serwîsa Onkolojiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de wefat kir.

Muhammed Sudan Xocayê ku bavê 9 zarokan bû waqifî ilmên mîna Tefsîr, Fiqih û Hadîsê bû.(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *