Euro

37,2237

Dolar

34,2100

Altın

2.927,96

haberler
Kurdi

Rejîma sîyonîst, li Xezzeyê dibistana NY ku dihat plankirin vaksîna felcê ya zarokan bê çêkirin hedef girt

Di daxuyanîya ku li ser hesaba medyaya civakî ya Xê ya UNRWAyê ve hat belavkirin de, weha hat îfadekirin:
  • Ekleme: 14.10.2024 14:36 Güncelleme: 14.10.2024 14:36
Editör
Rejîma sîyonîst, li Xezzeyê dibistana NY ku dihat plankirin vaksîna felcê ya zarokan bê çêkirin hedef girt


“Li Xezzeyê şevekê dinê jî ya tirsê. Êrîşekî dinê jî îsabeta hewşa nexweşxaneyê kir û konên ku însanan di nav de radiketin şewitand. Berîya vêya, li Nuseyratê dibistanekî aîdê UNRWAyê hat hedefgirtin. Heman dibistan îro ew ê ji bo navenda vaksînkirina felca zarokan bihata şixulandin.

Ji bo zarokên li Xezzeyê, berîya qutbûna perwerdehîyê, travma heye, birînên ku nayên dîtin hene, birînên psîkolojîkî yên ku ew ê tedawîyên wan gelek demekî dirêj be hene.”

Artêşa îşxalê doh êvarê konên Filistînîyên ku di hewşa Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê de bûn bombebaran kir, di encamê de gelek Filistînî şewitîn û şehîd ketibûn.

Di êrîşa ku li dijî dibistanekî hat lidarxistin de jî 15 jê pîrek û zarok tev de 22 kes şehîd bûbûn, 80 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

 

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.