Euro

37,2237

Dolar

34,2100

Altın

2.927,96

haberler
Kurdi

Berdevkê HUDA PARê Ramanli, ji bona ku bal li ser dersên bijarte bikşîne di Meclîsê de bi Kurmancî axivî

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, ji bona ku di dersên bijarte de “zimanê dayîkê bê hilbijartin” balan bikşîne bi Kurmancî axivî, wî daxuyand ku ew ji îro pê ve ji bona ku zarokan di warê zimanê dayîkê de teşwîq bikin seferberîya şiûrkirinê dane destpêkirin.
  • Ekleme: 11.10.2024 13:06 Güncelleme: 11.10.2024 13:06
Editör
Berdevkê HUDA PARê Ramanli, ji bona ku bal li ser dersên bijarte bikşîne di Meclîsê de bi Kurmancî axivî

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, nirxandina rojevê ya partîya xwe di civîna çapemenîyê ya li Meclîsê de parve kir.

Di axavtina Ramanli de bal li ser dersên bijarte hat kişandin, Ramanli ji ber vê yekê axavtina xwe jî bi Kurmancî kir.

Ramanli, “Îro ez dixwazim li ser zimanê me zimanê Kurmancî û Zazakî hinek parvekirina bi hev re parvekin. Lewra her ku diçe zimanê me ber bi hindayîyê ve diçe. Êdî her keç û xortê me bi zimanê xwe napeyîvin. Nizanin binivîsînin û bixweyînin, her ku diçe zimanê me jî winda dibe. Her çiqas sala çûyîn ji bona dersên bijarte yê ziman me hewl da û kampanyayek lidarxist, me dixwest ku bi hezaran kes zarokên xwe teşwîqî van dersan bikin. Dersên ziman tercîh bikin. Lê mixabin em negihîştên armancê xwe ku bi dilê me be. Zêdeyî 6 hezar kes zêdetir par van dersan tercîh kirin. Tiştê ku me dît û tecrûbe kir ev e, berîya van xebatan bi mehan lazim e em dest bi xebatan bikin. Lewra ji sedî heştê gelê me nizanin ku dersên bijarte derheqê ziman de heye û Wezareta Perwerdehîyê îmkan daye me ku em zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ji ber vê awayî lazim e em vê hişbendîyê xurtir bikin, zêdetir bikin û belav bikin li temamê Tirkîye.”

“Em hêna jî dizanin ku di gelek cîhan, sazîyên fermî de ziman tê qedexekirin”

Ramanli îfade kir ku divê îmkana dersên bijarte bêne nirxandin, “Madem ev îmkan niha heye, di dibistana navîn de Wezareta Perwerdehîyê vê îmkanê daye me çima em vê îmkanê ji destê xwe berdin. Lazim e em vê îmkanê bicîh bînin. Bi salan e me digot hebûna me tê înkarkirin, zimanê me tê qedexekirin, hêna jî niha di gelek cîhan de, di cîhên fermî de zimanê me qedexeye. Em vêya dizanin. Lê nayê vê maneyê ku em van îmkanên ku îro di destê me de ye em dikarin bikin ji destê xwe berdin. Her çi îmkanê ku di destê me de lazim e ku em bişixulînin divê em tev bikarbînin û zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ne tenê ziman, pêre pêre elimandin û hînkirina edebîyata Kurdî, dîroka Kurdî wê hişmendîyê mezin di nav gelê me de zêde bike. Lewra Xwedê Teala di Qurana Pîroz de ji me teva re gotîye. Rengê me, şeklê me, zimanê me qewmîyetê me ji hev cuda ne ew jî ayetên Xwedê ne. Ev cudabûn nabe sebebê şer û pevçûnê, nabe sebeba şerê navxweyî. Em 85 milyon însan li ser vê axa Tirkîye bi hev re nêzê 100 salî dijîn. Xwedê derketina bi zimanê xwe, her çi bi Kurdî, zazakî, çerkezî, lazî ferq tineye. Em tev hemwelatîyê hev in û heq û mafê me wek hev heye em li ser vê axa Tirkîyeyê bijîn. Belê rast e gelek kes li ser van cudayetîyên me dixwazin ku em bi hev kevin, em ji hev biçin, biratîya xwe xera bikin lê em jî dizanin û neyarên me jî dizanin em Misilman in, em birayên hevdû ne. Xwedayê Teala û Pêxemberê me rê nîşanê me daye ku lazim e em hev hez bikin hev qebûl bikin. Bi rengê xwe bi zimanê xwe em hevdu ji hev dûr nekin.

“Em ê berê zarokên xwe bidin dersên bijarte (Kurmancî)”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di vî warî de berîya ku em gazinê xwe li hikumetê bikin, berîya ku em gazinê xwe ji Wezareta Perwerdehîyê bikin pêşî em ê gazinên xwe ji xwe bînin. Di serî de em ê wezîfe û mesûlîyeta xwe bicîh bînin. Berîya her tiştî em ê berê zarokê xwe bidin dersên  bijarte. Belê ew ê serê salê wê dest pê bike, lê berîya ku serê salê were ev sê çar mehê ku hêj maye, em dixwazin ku kampanyayekî li dar bixin. Bi berfirehî û fealîyetên curbecur em dixwazin ku însanên xwe hişyar bikin. Da ku zanibin bila ev îmkan heye. Bi rastî jî dema ku par me dest bi kampanyayê kir. Ev sazîyên sîvîl ku dest bi van karan dikin. Ew jî dibêjin ku hêj gelek kes nizanin ku ev îmkan ji gelê Kurd re heye. Ji sala 2012an vir ve Wezareta Perwedehîyê vê îmkanê daye me. Lê mixabin me vê îmkanê bikarneanîtîye. Wezareta Perwerdehîyê li hêvîya meye ku em berê zarokên xwe bidine van dersan ku bijarte bikin. Da ku ew jî ji me re mamosteyên Kurdî zêdetir bikin. Çiqas tercîh kêmbin mamoste jî nayên tayînkirin. Ê lê dema ku hinek rêveberên dibistanan agahdarîyê nadine gelê me, nadine dê û bavan, hin jî bi tirsa ku li ser navê rêxistina bêne hesibandin ji ber vê tirsê naxwazin agahdarîyê bidine dê û bavan jî. Lê lazim e ku em jî ji cîhekî dest pê bikin. Par me destpêkek danî lê lazim e em di vê rê de bimeşin da ku gelê me jî berê zarokên xwe bide van dersên bijarte.”

“Îsal hêvî dikin ku bi 10 hezaran zarokên me dersên bijarte tercîh bikin”

Ramanli herî dawîn weha axivî, “Bi heman cureyên fealîyetan îro îlana destpêkirina vê kampanyayê em dikin. Û her çi sîyasî partîyên ji hev cuda hebin, navê wan çibe ji me re ferq nake em ê wan teşwîq bikin. Her çi sazîyên sîvîl û şexsîyetên hêja hebin di vî warî de bixebitin, rewşenbîrên me keda xwe birjînin em jî hevalên wan in, hevalmendên wan in û piştrigîrîya wan dikin. Helbet di derheqê wezareta perwerdehîyê de hin xebat jî bi rastî lazim in. Lewra lazim e pêşîya van dersên bijarte bêne vekirin. Kes netirsîyek, tehlîkeyek ji xwe re nebîne û zarokê xwe bi van dersan bide ku perwerde bibin fêrî zimanê xwe bibin. Înşaallah ez vê mizgînîyê didim. Par sala çûyî belkî zêdeyî 6 hezar zêdetir zarok van dersan tercîh kirin. Hem bi wesîleya kampanyaya me hem bi wesîleya kampanyayên sazîyên sîvîl. Lê em hêvî dikin û dixwazin Înşaallah bi dehhezaran din jî îsal wê zarokên me van dersên bijarte tercîh bikin. Û ez bang li dê û bavan dikim, nehêlin ku zimanê me bê jibîrkirin. Îro bi her awayî zarokên me asîmîle dibin, zimanê xwe winda dikin, orf û adetên me kevneşopîyên me her diçe winda dibe. Em nehêlin, em pêşîya vê xerabîyê bigrin ya ku Xwedê ji me qebûl bike ya ku me jî serfiraz û serbilind bike ev e.” (ÎLKHA)

HÜDA PAR Sözcüsü Ramanlı, seçmeli derslere dikkat çekmek için TBMM'de Kürtçe konuşt
    

HÜDA PAR Sözcüsü ve Batman Milletvekili Serkan Ramanlı, seçmeli ders olarak "anadillerin tercih edilmesi" konusuna dikkat çekmek için Kürtçe konuşarak, bugünden itibaren çocukların anadillerini seçmelerini teşvik etmek için bilinçlendirme seferberliği başlattıklarını duyurdu.

HÜDA PAR Sözcüsü ve Batman Milletvekili Serkan Ramanlı, partisinin gündem değerlendirmesini TBMM'de düzenlediği basın toplantısıyla paylaştı.

Gündem değerlendirmesinde seçmeli ders vurgusunu öne çıkaran Ramanlı, açıklamasını Kürtçe yaptı. Ramanlı, herkesin ana dilini öğrenip geliştirmesi gerektiğini vurguladı.

Ramanlı, "Bugün, dilimiz (Kurmanci ve Zazaki) hakkında bazı paylaşımlarda bulunmak istiyorum. Çünkü git gide dilimiz yok olmaya doğru gidiyor. Artık gençlerimiz kendi dillerinde konuşmuyor ve okuyamıyor. Git gide dilimiz yok olmaya doğru gidiyor. Geçen sene seçmeli dil dersleri için gayret etmiş, bir kampanya başlatmıştık. On binlerce kişi, çocuklarını bu derslere teşvik etsin ve dil derslerini tercih etsin diye ümit beslediysek de maalesef istediğimiz hedefe ulaşamadık. Geçen sene 6 binden fazla kişi ilave olarak bu dersleri tercih etti. Gördüğümüz ve tecrübe ettiğimiz şudur: Bu çalışmaları aylar öncesinden başlatmamız lazım. Çünkü halkımızın yüzde 80'i Kürtçe seçmeli derslerin varlığından ve Milli Eğitim Bakanlığı tarafından çocuklarımıza kendi dilimizi öğretme imkanı verildiğinden haberdar değildir. Bu sebeple bu bilinci tüm Türkiye'de kuvvetlendirmeli, artırmalı ve yaygınlaştırmalıyız." dedi.


"Halen pek çok alanda, resmî kurumlarda dilimizin yasaklandığını biliyoruz"

Seçmeli ders imkanının değerlendirmesi gerektiğini ifade eden Ramanlı, "Madem şimdi böyle bir imkan var, ortaokullarda Milli Eğitim Bakanlığı bize bu imkanı vermiş, bu imkanı biz niye kullanmıyoruz? Kendi görevimizi yerine getirmeliyiz. 'Onlarca yıl kimliğimiz inkâr ediliyor, dilimiz yasaklanıyor' diyorduk. Halen pek çok alanda, resmî kurumlarda dilimizin yasaklandığını biliyoruz. Ama bu, mevcut imkanları elimizin tersiyle itmemiz gerektiği anlamına gelmez. Çocuklarımıza kendi dilimizi öğretmeliyiz. Sadece dili değil, aşama aşama Kürt Edebiyatını ve Kürt tarihini öğretmek halkımız arasında büyük bir bilinç oluşturacak. Zira Allah-u Teâlâ Kur'an-ı Kerim'de hepimize hitap ederek, şeklimizin, rengimizin, dilimizin, kavimlerimizin birbirinden farklılığı Allah'ın ayetlerindendir. Bu farklılıklar, ayrışma ve çatışma sebebi değildir. İç çatışmanın nedeni de olamaz. Biz 85 milyon insan, Türkiye toprakları üzerinde 100 yıldan fazla bir süredir yaşıyoruz. Dilimize sahip çıkmamız; ister Kurmanci, ister Zazaki, ister Çerkezce, ister Lazca olsun fark etmez. Hepimiz aynı haklara sahip eşit vatandaşlar olarak Türkiye'de yaşama hakkına sahibiz. Evet doğrudur; pek çok kimse farklılıklarımız üzerinden birbirimize düşmemizi, ayrışmamızı ve kardeşliğimizi bozmamızı istiyor. Fakat biz de düşmanlarımız da biliyor ki 'Elhamdülillah ki Müslümanız.' Allah ve Resulü de birbirimizi sevmemizin, birbirimizi kabul etmemizin, rengiyle, sesiyle, diliyle birbirimizi dışlamamamız gerektiğinin yolunu bize göstermiştir." ifadelerine yer verdi.  

"Çocuklarımızı seçmeli (Kürtçe) derslerine yönlendireceğiz"

Açıklamasının devamında Ramanlı, "Bu kapsamda Hükümeti ve Milli Eğitim Bakanlığı'nı eleştirmeden önce kendimizi eleştireceğiz. Öncelikle görevimizi yerine getireceğiz. Çocuklarımızı seçmeli (Kürtçe) derslerine yönlendireceğiz. Gerçi yıl başından sonra başlayacak ama yıl başından önce önümüzdeki kalan bu 3-4 ayda, bir kampanya yapmak istiyoruz. Genişçe ve çeşitli faaliyetlerle insanlarımızı bilinçlendirelim ki, bu imkanın varlığından haberdar olsunlar. Doğrusu geçen sene kampanyayı başlattığımızda bu konuda birkaç yıldır çalışma yapan sivil toplum kuruluşlarının da ifade ettiği gibi pek çok kimse Kürt halkının bu tür bir imkânı olduğunu halen daha bilmiyor. 2012 yılından bu yana Millî Eğitim Bakanlığı tarafından bize böyle bir imkân sunulmuş. Ama maalesef biz bu imkânı bugüne kadar değerlendirmemişiz. Millî Eğitim Bakanlığı bu dersleri tercih etmemizi bekliyor ki Kürtçe öğretmen sayısını artırsın. Tercih sayısı ne kadar az olursa öğretmen ataması da yapılmayacaktır. Fakat bazı okul idarecilerinin halkımızı, anne-babaları bu konuda bilgilendirmezse, bazılarının da yasadışı örgütlerle ilişkilendirme korkusuyla anne-babaları bilgilendirmedikleri bilinse de bir yerlerden başlamamız gerekir. Geçen sene bir başlangıç yaptık. Ama bu yolu sürdürmemiz lazım ki halkımız çocuklarını seçmeli derslere yönlendirsin."

"Bu yıl 10 binlerce çocuğumuzun seçmeli dersleri tercih etmesini umuyoruz"

Son olarak Ramanlı, "Her çeşit faaliyet yoluyla bugün bu kampanyanın başlangıcını ilan ediyoruz. Ne kadar farklı parti varsa, isimleri her ne olursa olsun bizim için fark etmez, onları teşvik edeceğiz. Ne kadar sivil toplum kuruluşu veya nitelikli insan varsa bu konuda emek veren, çaba gösteren aydınlarımız varsa onlarlayız, beraberiz ve destekliyoruz. Elbette Millî Eğitim Bakanlığı düzeyinde bazı çalışmalar da gerekiyor. Bu seçmeli derslerin önünün açılması gerekiyor. Kimse kendisi için bir tehlike görmesin, çocuklarının bu dersler yoluyla dillerini öğrenmelerini sağlasınlar. İnşallah ben bu müjdeyi veriyorum. Geçen sene ilave olarak 6 binden fazla çocuk bu dersleri bizim kampanyamız vesilesiyle, sivil toplum kuruluşlarının kampanyası vesilesiyle tercih etti. Ama biz umut ediyor ve istiyoruz ki 10 binlerce çocuğumuz daha bu yıl seçmeli dersleri tercih edecek. Halkımıza ve anne-babalara sesleniyorum. Dilimizin unutulmasına izin vermeyin. Bugün her türlü şekilde çocuklarımız asimile oluyorlar. Dillerini kaybediyorlar. Örf, adetlerimiz ve geleneklerimiz kaybolup gidiyor. Buna izin vermeyelim ve bu yıkımın önüne geçelim. Allah'ın bizden kabul edeceği de bizi başarılı, gururlu kılacak olan da budur." ifadelerine yer verdi. (İLKHA)

 

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.